Gumanbar bi hêza ji darazê digirin sûc dikin

  • 09:02 15 Sibat 2025
  • Rojane
 
Pelşîn Çetînkaya
 
EDENE- Pispora Xizmetên Civakî,  ji Komîsyona mafê Zarokan a ÎHD’a Edenê Belgîn Işik diyar kir ku gumanbar bi hêza ji darazê digirin bi rehetî tundî û destdiriyê li zarokan dikin û got ji bo dawî li van pêkanînan bê divê qanûnên ku zarokan diparêzin pêk bên û polîtîkayên nû bên avakirin.
 
Li gorî rapora Wezaeta Dadê ya ‘îstatîstîkên edaletê ya 2023’an’ ku di Nîsana 2024’an de hat weşandin di 2023’an de bi giştî 40 hezar û 713 dosya hatine vekirin û di van dosyayan de 36 hezar û 275 bi guman cih girtine.  Di navbra 2015-2023’an de dosyayê hatine vekirin ji sedî 94 der barê destdirêjiya zayendî ya lihember zarokan hatiye vekirin. Di 2023’an de bi îdiaya ‘destdirêjiya zayendî ya li hember zarokan’ 14 hezar û 184 dosya bi biryara ‘cih ji lêpirsînê re tuneye’ hatin girtin û ji bo 14 hezar û 299 dosyayî jî doza cemawerî hat vekirin.
 
Ji Komîsyona Mafê Zarokan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Edenê Belgîn Işik der barê êrîşên roj bi roj li hember zarokan zêde dibin de axivî.
 
Gumanbar bi hêza ji darazê digire êrîş dike
 
Belgîn Işik got sedema êrîşên gumanbaran yên li hember zarokan pergala ku zarokan naparêzeye û wiha got: “Demên dawî de destdirêjî, revandin, qetilkirina zarokan zêde bûn. Sedema vê jî eve ku bûyerên li Tirkiye û cîhanê pêk tên. Yek ji sedema vê ya herî girîng nebûna polîtîkayeke zarokan. Gumanbar bi hêza ji darazê digirin êrîşê zarokan dikin. Rojê du sê bûyer dertên holê. Destrêjiya li hember zarokan, revandin, tundî û her cureyên binpêkirinên din.”
 
‘Pisgirêka zarokan bûye pirsirêka civakê’
 
Belgîn Işik daxuyakirin ku êrîşên li hember zarokan her diçin mezin dibin û pisgirêka zarokan bûye pirsgirêka civakî û wih dirêjî dayê: “Çima pêşî li vê nayê girtin? Em tu carê bersiva vê pirsê nagirin. Li Tirkiyeyê wezareta vî karî heye, qanûn hene peyman hene. Tevî vê pergala parastina zarokan çima nayê avakirin. Peyman Lanzarote ya ku Tirkiyeyê îmze kiriye heye. Peymana Konseya Ewropayê ya zarokan ji îstîsmarê diparêze heye. Divê ev hemû pêk bên.”
 
'Di pêkanînê de qelsî hene'
 
Belgîn Işik wiha dawî lê anî: “Qanûnên zarokan diparêzin hene lê ev tenê li ser kaxizan dimînin.Peymanên Mafê Mirovan yên NY’ê hene. Tirkiyeyê jî ev îmze kirine. Mixabin di alî pêkanîna qanûnan û peymanan de qelsî hene.Zarok nayên parastin. Ji bo dawî li van  êrîş û pêkanînan bê divê qanûnên ku zarokan diparêzin pêk bên û polîtîkayên nû bên avakirin.”