Rojnamegeran li dijî tundiya polîs serlêdana sûc kirin

  • 23:19 16 Cotmeh 2024
  • Rojane
AMED - Rojnamegerên jin yên di mîtîna ‘azadiyê’ de polîsan tundî lê kirin serî li ÎHD’ê dan. Rojnamegerên li virt evli  daxuyaniyê bûn diyar kirin ku tundiya li wan hatiye kirin ji bo êrîşên li hember gel neyê îfşakirin hatiye kirin.
 
Rojnamegerên jin yên di mîtînga 13’ê cotmehê ya li Amedê pêk hat de, ji aliyê polîsan ve tundî dîtin, serî li ÎHD’ê da. Komeleya Rojnamegerên Jin yên Mezopotamyayê (MKG), Kmeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê(DFG), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) , endama ÎHD’ê Suzan Mehmetoglu Aksoy û serokê ÎHD’ê Ercan Yilmaz  tevli  daxuyaniyê bûn.
 
‘Êrîş li hember rojnamegeran hebe li wî welatî demokrasî tuneye’
 
Seroka MKG’ê Roza Metîna di daxuyaniyê de  axivî û da zanîn ku êrîşa li hember rojnamegeran li dijî azadya fikr û ramanê û demokraisyê ye. Rozayê wiha got: “Di mîtîngê de nehiştin rojnameger xebatên xwe pîşeya web ikin. Em îro ji bo parastina hevpîşeyên xwe li virin. Divê kedkarên çapemeniyê rojnamegerên azad bi her awayî li qadan nûçeya xwe bişopînin.  Divê fikrên xwe bi awayekî azad îfade bikin û pîşeya xwe bikin.  êrîşa hatiye kirin li dijî azadiya fikr û ramanê, li dijî demokrasiyê hatiye kirin. Li hember rojnamegeran êrîş hebe, ev tê wateya ku li welat azadiya fikr û ramanê, demokrasî tuneye.”
 
Nûçegîhan Ajansa Mezopotamyayê(MA)  Ceylan Şahînlî ku piştî şopandina nûçeyê êrîş lê hat kirin, jî axivî û got seranserê rojê hatine astengkirin û got: “Kameryên me  di qeydê de bûn. Astengî seranserê rojê hebûn. Me hewl dida em girseyê bikşînin. Wê demê êrîş kirin. Hewl dan kişandina me asteng bikin. Tevî hemû zextan em rojnamegeriya xwe dikin. Em ê kevneşopiya xwe bidomînin.”
 
Nûçegîhana MA’yê Heval Onkol jî axivî û ggot roja mîtîngê dema şopandina nûçeyan de polîsan êrîşê rojnamegeran kiriye û hewl daye wan asteng bikin. Hevalê daxuyakirin ku tevî hemû astengî û tundiyê ew şûnde gavê navêjin.
 
Serokê ÎHD’ê Ercan Yilmaz jî axivî û ji bo malbata Rojîn Kabaîş ya cenazeya wê duh hat dîtin sersaxî xwest û got tundiya li rojnamegeran hatiye kirin di hiqûqê de nayê qebûlkirin. Ercan anî ziman ku wê şodparê bûyerê bin.
 
Rojnamegeran li ÎHD’ê serlêdana sûc kirin û daxwaza piştgiriya hiqûqî kirin.