Ji KCDP’ê meş: Peymana Stenbolê dide jiyîn

  • 20:23 16 Cotmeh 2024
  • Rojane
ÎZMÎR - KCDP  li dijî qetilkirina jinan û tundiya mêr meş pêk anîn û bertek nîşanê endamên meclîsa şaredariyê ku jinên hatine qetilkirin sûcdar nîşan didin.
 
Meclîsê Jinan ên Îzmîrê yên Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin(KCDP) li dijî tundiya mêr û qetilkirin ajinan meş pêk anîn û daxuyaniyek dan. Jin li ber Îskeleya Alsancak hatin gel hev û berbi Navenda Turkan Saylan meşiya.  Jinan dirûşmeyên ‘peymana Stenbolê dide jiyîn’ berz kirin.
 
Jinên hatin ber Navenda Turkan Saylan,  daxuyanî dan. Nûnera meclîsa jinan a Îzmîrê Tulîn Osmanogullari  daxuyanî xwend û gotinên endamên meclîsa şaredariya Îzmîrê yê AKP’î Latîf Aydemî ku gotibû ‘biqasî yê dikuje ya dimre jî sûcdare’ bibîr xist û got: “Qet wijdana we tuneye. Peywira endamên meclîsê ev e ku ji bo jinan bajarên bi ewle ava bikin. Peymana Stenbolê hedef hat giritn. Em dibêjin Peymana Stenbolê dide jiyîn.” 
 
Jin piştî daxuyaniyê tevli çalakiya runiştinê ya karkerên Fernas bûn