
ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2024'AN
- 09:00 22 Kanûn 2024
- Rojev
*Parêzvana mafên mirovan a Îranê Zehra Mohammed Zadeh, bal kişand ser geşedanên sala 2024'an a Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û got: "Pêşxistina civakeke siyasî û exlaqî ji bo helwest û têkoşîneke wekhev a şoreşa jinê, pêwîst e. Ji bo vê jî beriya her tiştî şoreşa zîhniyetê û veguherîna civakî divê." PANORAMA
*Rojnameger Roza Daxistan diyar kir ku gel li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li hember Rojava xwedî berxwedanek sînor nas nakeye û wiha got: “Berxwedanek jinan a li dijî êrîşên sînoran nas nake ya baviksalar heye. Jin parastina cewherî pêk tînin.” BI DÎMEN
*Seroka Navenda Mafê Jinan a Baroya Rihayê Zelîha Ozen derbarê qetilkirinên jinan û xebatên der barê mafê jinan de yên dimeşînin axivî û da zanîn ku di tundiya li ser jinan û qetilkirinan de qanûn bi bandor pêk nayên û pergaleke darazê ya jinan biparêze tuneye. BI DÎMEN