2024: Dengê berxwedanê parzemîn derbas kirin (5)

  • 09:07 24 Kanûn 2024
  • Rojane
Li Rojava bi berxwedanê siberoj ji nû de tê avakirin
 
Jiyan Ekin 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi Şoreşa Rojava re jinan rengên xwe li hemû qadên jiyanê zêde kirin. Jinên ku ji aboriyê heta perwerdeyê, ji werzîşê heta ekolojiyê di gelek qadan de projeyan pêş dixin, ji sala 2024'an heta 2025'an jî biryardariya xwe ya parastina destkeftiyên xwe didomînin.
 
Şoreşa Rojava ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de bi pêşengiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpê kir û bi navê “Şoreşa Jinê” jî tê binavkirin, li hemû cîhanê xwedî bandoreke mezin e. Jinên ku bi felsefeya "Jin, jiyan, azadî" li dijî êrîşên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê li ber xwe dan, bi vê şoreşê re destkeftiyên mezin bi dest xistin û jiyana wan guhert. Rojava ku jin di her qadê de xwe rêxistin kirine, ne tenê navenda berxwedanê ye; Ev jî bû mînakek çawa jiyaneke wekhev ava dibe.
 
Berxwedan û guhertina civakî
 
Jinan li Rojava li dijî zextên pergala kapîtalîst, newekheviyên ku di bin navê kevneşopiyê de tên ferzkirin û zîhniyeta serdest a mêr a bi hezaran salan berxwedaneke bêhempa nîşan dan. Ne tenê gelên herêmê di heman demê de tevgerên jinan ên cîhanê jî ji vê têkoşînê îlham girt. Jin di her qadên şoreşê de weke pêşengên guhertinên civakî cih girtin û nîşan dan ku pergala azadiya jinê pêkan e.
 
Jinan ji nû ve ava kirin
 
Sala 2024’an ji bo jinên Rojava saleke dijwar lê di heman demê de hînker bû. Tevî êrîşên berdewam ên Tirkiye û komên girêdayî wê, jinan piştî her hilweşandinê tiştên ku winda kirin ji nû ve ava kirin. Dema ku pêşengên jin gelek caran bûn hedef, van êrîşan berxwedana jinan hîn xurtir kir. Dema ku di 27’ê Mijdarê de bi hatina Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ya bajarê Helebê re şer derket holê, jinan li dijî zehmetiyên şer têkoşîna xwe berdewam kirin.
 
Ev berxwedan û pêvajoya ji nû ve avakirina Rojava, ji bo fêmkirina sala 2024’an perspektîfeke krîtîk pêşkêşî dike. Dema ku geşedanên ku roj bi roj bi lez û bez dibin, der barê paşeroja herêmê de nîşan dide, yekane rastiya domdar ew e ku jin tu carî dest ji destkeftiyên xwe bernadin.
 
Ji ber vê yekê, jinan di sala 2024 de çi kir? Rêxistinên nû li kîjan deveran hatin damezrandin? Di panoramaya sala 2024’an a şoreşa jinê ya Rojava de ev hemû pirs dê bersivan bibînin.
 
Bûn hedefa êrîşan
 
Tirkiye û çeteyên girêdayî wê yên ku hewl didin her ku êrîş dikin bi bedena jinê peyamê bidin, îsal jî sivîl û jinên pêşeng kirin hedef. Di dema ku sivîl bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin koçberkirin, daxuyaniyên ku dixwazin demografyaya herêmê biguherînin hatin dayîn. Li kantonên Efrîn-Şehba, kantonên Serêkaniyê û Girê Spî bi sed hezaran şêniyên herêmê koçber bûn. Di dema ku bi hezaran koçber hatin girtin, gelek binpêkirin li gel hatin kirin.
 
Li gorî daneyên ku hatine tomarkirin di sala 2024’an de di êrîşên balafirên bêmirov ên çekdar de 43 kes mirin û 69 kes jî birîndar bûn. Di êrîşên obusê de 38 kesan jiyana xwe ji dest dan û 87 kes jî birîndar bûn. Di êrîşên din de 28 kes mirin û 18 kes jî birîndar bûn. Di encama teqînan de 53 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.
 
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ragihand ku di êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê de gelek jin ji aliyê çeteyan ve dîl hatine girtin. Hate diyarkirin ku jinên dîl hatine girtin ji aliyê çeteyan ve di çapemeniyê de weke amûrên propagandayê tên bikaranîn.
 
Tevahiya salê li dijî tecrîdê nerazîbûn nîşan dan
 
Ji bo rakirina tecrîdê jinan destnîşan kirin ku ew ê tevahiya salê di daxuyaniyên xwe de li ser xeta berxwedanê ya li dijî Tirkiye û çeteyan bin û ji têkoşînê dûr nekevin. Jinên ku felsefeya “Jin, jiyan, azadî” ya Abdullah Ocalan qebûl kirin, tevahiya salê bi awayekî aktîf beşdarî çalakiyan bûn. Jinên ku daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin, ji bo rakirina tecrîdê hewl dan dengê xwe bigihînin hemû cîhanê. Kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî" ji aliyê gelên herêmê ve bi piştgirîyeke mezin hat pêşwazîkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de meş, mîtîng, semîner, civîn û çalakiyên curbecur hatin lidarxistin. Di çarçoveya kampanyayê de malbat yek bi yek hatin ziyaretkirin, broşur û wêneyên jiyana Abdullah Ocalan hatin belavkirin û paradîgmaya Abdullah Ocalan bi raya giştî re hat parvekirin. Ji bo parastina destkeftiyên şoreşê yên bi pêkanîna Projeya Neteweya Demokratîk a ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve ji aliyê gelê herêmê ve bi hemû pêkhateyên wê ve hatiye qebûlkirin, seferberî hat ragihandin.
 
Mertalê jinan: Mala Jin
 
Jinan îsal bi têkoşîna li dijî şîdetên cuda çareserî pêş xistin. Mala Jin ku yek ji pêkhateyên bingehîn ên Meclîsên Edaletê yên Jinê ye, weke mertal parastina jinan li dijî tundiyê kir. Mala Jin dema ku navnîşana yekemîn a serlêdana jinan bû, di heman demê de xebatên qanûnî û parastina wan li Malên Parastina Jinê yên Demkî pêk anî.
 
Komîteya Perwerdeyê ya Mala Jin bi armanca rêxistinkirina li dijî zîhniyeta mêraniyê dewreyên perwerdeyê yên bi Kurdî û Erebî, semîner û konferans li dar xist. Di meha cotmehê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo 45 endamên Mala Jin ên 18-62 salî perwerde hat dayîn. Di van perwerdeyan de; Mijarên wekî dîroka jinê, hevjiyana azad, neteweya demokratîk, zayendperestî, hiqûqa malbatê, prensîbên jinê û Jineolojî hatin vekirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî 47 navendên Mala Jin hene.
 
Li gorî bîlançoya 10 mehan a Mala Jin di navbera 1'ê Çile-31'ê Cotmeha 2024'an de; Pirsgirêkên 2 hezar û 828 jinên serî li navendan dabûn hatin çareserkirin û 725 doz sewqî Meclîsa Dadê ya Jinan hatin kirin. Mala Jin a ji bo guhertina zîhniyeta mêrtiyê dixebite, ji bo mêran jî semîner li dar xist.
 
Aboriya xwe ava kirin
 
 
 
Beriya şoreşê jin ji qada aboriyê û ji şert û mercên ku jiyana xwe bidomînin hatin dûrxistin. Lê bi şoreşê re ev rewş bi awayekî radîkal hat guhertin. Tevî hemû hilweşînên ji ber êrîşan jî jinan di qada aboriyê de bêhejmar proje pêş xistin. Jinan bi rêya komun û kooperatîfan li tevahiya herêmê xwe birêxistin kirin û bi demê re hejmara kooperatîfên ku endamên wan ji 10’an derket 75’an û giha 50’î.
 
Jin beşeke mezin ji hilberînê di çandiniyê de digirin ser milê xwe û di nava komîteyê de bi dehan qadên bazarê ava kirin. Dahata komîn û kooperatîfan di navbera endaman de wekhev dihat parvekirin.
 
Têkiliya jinê ya bi axê re
 
 
 
Jinan dema ku têkiliyên xwe bi axê re xurt kirin, di qada aborî de jî hebûna xwe nîşan dan. Îsal Meclîsa Aborî û Çandiniyê avakirina xwe ragihand. Jin dema ku bi awayekî aktîf li zeviyan diçandin, tevî kêmbûna avê û êrîşan jî dest ji hilberînê bernedan. Wan karî bazara xwe ji bo firotina hilberandinê biafirînin.
 Jinan bi taybetî bi firneyên ku vekirine bal kişandine ser xwe û di ewlekariya xwarinê de roleke girîng lîstin. Jinan li ser bi sedan donim erd xebitîn, ji çandina daran heta xwedîkirina daran, ji kolandina bîrên avê heta sûkan, ji kargehan heta dermanxane û dirûtina malan di gelek xebatên aborî de cih girtin.
 
Xwendin û perwerdehiya taybetî ya ji bo zarokan
 
 
 
Perwerdeya zarokan her tim li Rojava yek ji mijarên sereke ye. Ji bo piştgiriya perwerdehiya zarokan a bi zimanê dayikê, di nava salê de gelek lêkolînên taybet hatin kirin. Buroya Parastina Zarokan a Meclisa Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo piştgiriya zarokên herêmê di warê derûnî, civakî û tenduristiyê de dest bi kampanyayeke berfireh kir. Di dema ku armanca vê kampanyayê parastina zarokan ji her cure zext û tundiyê ye, ji bo parastina mafên zarokan rêzikên qanûnî hatine çêkirin. Bi van tedbîrên ku hatin girtin, zarok li hawîrdoreke ewletir hatin parastin.
 
Veqetîna mecbûrî ya ji perwerdeyê
 
 
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li 4 hezar û 142 dibistanan bi giştî 831 hezar û 849 xwendekar di perwerdehiyê de bûn û pergala perwerdehiyê bi rêkûpêk hate domandin. Lê belê ji ber êrîşên çeteyan, dewreya perwerdeyê ya 2023-2024’an hate qutkirin. Di vê pêvajoyê de bi giştî 415 dibistan hatin girtin û koçber li van dibistanan hatin bicihkirin. Ji ber girtina dibistanan 134 hezar û 703 xwendekar ji perwerdeyê bêpar man û li herêmê xebatên perwerdehiyê bi awayekî cidî hatin astengkirin.
 
Gelek beşên nû vebûn
 
 
 
Li gel xebatên perwerdeyê yên di asta seretayî, navîn û amadeyî de, Lîseya Şehîd Viyan Amara û Zozanê hatin vekirin. Di sala 2024’an de Zanîngeha Kobanê bi dirûşmeya “Zanîn hebûn e” avahiya xwe ya nû vekir. Li Zanîngeha Kobanê du fakulteyên sereke hene ku yek jê Wêje û ya din jî Fakulteya Zanistî ye. Di van fakulteyan de; Bi giştî 12 beşên wekî Edebiyat, Perwerde, Zanistên Xwezayî, Peymanên Jîngehê, Zanistên Perwerdehiyê, Bijîşkî, Teknolojiya Muhasebe, Ziman, Zanistên Rêvebir, Hiqûq, Zanistên Perwerdehiya Bilind û Zanistên Civakî yên Xwendina Bilind hene.
 
Di warê çand, huner û perwerdeyê de gavên nû
 
 
 
Li Qamişlo, Dêrik, Amûdê, Efrîn, Kobanê û gelek bajarên din navendên çand û hunerê ji bo gel hatin vekirin. Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di sala 2024’an de bi pêşengiya Tevgera Çanda Mezopotamyayê û bi alîkariya Zanîngeha Rojava, dibistana bilind a hunerê li Dêrikê ya Kantona Cizîrê vekir. Li dibistanê gelek serlêdan hatin kirin. Li Zanîngeha Rojava vekirina beşên nû berdewam kir. Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê û Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Rojava li nêzî stadyûma 12 Şehîdan a bajarê Qamişloyê navendeke tenduristiyê ava kirin. Li aliyê din Fakulteya Jineolojiyê ya ku di 20’ê Îlona 2017’an de hat vekirin, di sala 2024’an de jî erka xwe ya mezinkirina nifşên nû berdewam kir.
 
Bi ciwanan re hevdîtin pêk anîn
 
 
 
Tevî ku bi êrîşan hewl hat dayîn îradeya jin û ciwanan bê şikandin jî, Meclîsa Ciwan û Werzîşê li dijî van zextan di sala 2024’an de xebatên xwe yên asayî meşandin. Bi armanca parastina destkeftiyên şoreşê û li dijî polîtîkayên şerê taybet ên li dijî ciwanan, perwerde, kampanya û serdan hatin lidarxistin. Çete di êrîşên xwe de sazî, navendên ciwanan û dibistanên ku gelê herêmê lê dixebitîn kirin hedef, Rêveberiya Xweser çalakiyên taybet ji bo ciwanan berdewam kir. Meclisa Ciwan û Werzîşê bi spor, huner û perwerdeyên siyasî bi ciwanan re hatin cem hev û li ser van polîtîkayan hişmendiya xwe bilind bikin. Li ser mijarên wekî îstîsmar, zewaca bi darê zorê, xetereyên tiryakê, koçberî û gelek tiştên din bi ciwanan re hevdîtin hatin kirin. Armanca van xebatan hem hişyarkirina ciwanan û hem jî parastina nirxên şoreşê bû.
 
Polîtîkayên ekolojiyê
 
 
 
Şoreşa Rojava weke şoreşeke ekolojîk jî tê pênasekirin, êrîşên Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê zerareke mezin a ekolojîk li herêmê daye. Di encama êrîşan de bajar wêran bûn, pirsgirêka herî mezin a ekolojîk a herêmê qirêjiya hewa û axê bû. Di dema şer de bikaranîna çekên kîmyewî ne tenê jiyana mirovan, her wiha çavkaniyên erd û avê jî bi awayekî cidî metirsî kir. Çemê Firatê wek çek hat bikaranîn û gel bi tîbûnê hat ceribandin.
 
Wêrankirina ekolojîk a li Efrînê jî hate tomarkirin; Di êrîşan de nêzî 25 hezar darên zeytûn, kiraz, gûz û hinar hatin şewitandin. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriye-Efrînê, di 6 mehên destpêkê yên sala 2024’an de li Efrînê bi giştî 391 hezar dar hatine tunekirin.
 
Jinan dîsa di xebatên ekolojiyê de pêşengtî kir
 
Jinan ji çandina daran heta vekirina bîrên avê li gelek qadan bi awayekî aktîf cih girtin. Wekî din, jinên ku li Navenda Lêkolînên Zanistî ya Çandiniyê ya Nû û Orjînal dixebitin, ji bo çareseriya herî bilez û bi bandor a hilweşandina ekolojîk proje pêş xistin û meşandin.
 
Jin bi vîna xwe xurt in
 
 
 
Bi Şoreşa Rojava re jinan hêza xwe nîşanî hemû cîhanê da û vê yekê jî didomîne. Jinên ku dengê xwe tînin ziman û rengên xwe yên taybet li her qadê zêde dikin, vîna xwe diparêzin û bi vê îradeyê tevdigerin. Jin diyar kirin ku ew ê li hemberî êrîşan gavekê jî paşve navêjin, di avakirina jiyana xwe û parastina destkeftiyên xwe de bi biryar in.