
Parastina rojnamegeran erka hevpar a her kesî ye'
- 15:08 27 Kanûn 2024
- Rojane
ÎZMÎR – Rêxistinên sivîl ên li Îzmîrê diyar kirin ku Tirkiye bi qetilkirina rojnameger Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn sûcê şer kiriye, diyar kirin ku berpirsiyariya her kesîye ku rojnamegerên karê xwe dikin biparêzin.
Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl li avahiya şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, têkildarî qetilkirina rojnameger Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji aliyê SÎHA'yan ên aîdê Tirkiyeyê ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin qetilkirin, civîneke çapemeniyê li dar xistin. Di civîna ku pankarta "Rojnamegerî ne sûc e" hat vekirin de, metnê çapemeniyê ji aliyê rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Ahmet Çîçek ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li herêmên pevçûnan rojnameger tim hedef tên girtin û Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn jî dema ku geşedanên li Sûriyeyê dişopandin rastî êrîşan hatin û hatin qetilkirin. Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hîna duh Rêxistina Parastina Sivîl a Filistînê ragihand ku 5 rojnamegerên ku bûyerên li nêzî Nexweşxaneya El-Ewda dişopandin, di encama êrîşa hewayî ya Îsraîlê de wesayîtên wan ên weşanê hatine hedefgiritn û hatine qetilkirin. Mafê jiyanê yê rojnamegeran ne tenê mafekî mirovî ye, di heman demê de ji bo domdariya civakek azad û demokratîk jî nirxek bêdawî ye. Ev binpêkirineke eşkere ya hiqûqa navneteweyî ya mirovî û peymana Cenevreyê ye. Kuştina sivîlên ku ne aliyên şer in li gorî qanûna Romayê qedexe ye. Binpêkirina mafê jiyanê yê rojnamegeran ne tenê windakirina mafên takekesî ye, lê êrîşeke topyekûn e li ser mafê gel ê gihandina rastiyê ye."
'Çapemeniya nêzî îqtîdarê ji bo qetlîamê hincet peyda kir'
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku azadiya gelan a ragihandinê bi peymanên navneteweyî tê parastin û ji parastin û bikaranîna bi bandor a van mafan dewlet berpirsyar in û hat gotin ku li Tirkiyeyê bi taybet rojnamegeriya muxalif sûc tê dîtin. Berdewama daxuyaniyê wiha ye "Em sûcdariyên derbarê Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ku di hin organên çapemeniyê de hatin dayîn, bi tundî red dikin." Êrîşên li qadên pevçûnê ku rojnameger ratî wan tên, ne tenê xebatên wan ên pîşeyî asteng dike, di heman demê de mafê jiyanê ku mafê herî bingehîn ê mirovî ye jî ji destê wan digire. Em weke saziyên îmzeya wan li jêrê daxwaz dikin ku astengiyên li pêşiya mafê jiyanê, azadiya raman û ragihandinê, bên rakirin."