
Alye Işik li benda hatina keça xwe ya girtî ye
- 09:04 30 Kanûn 2024
- Rojane
Oznur Deger
MÊRDÎN - Alye Işik ya 79 salî ku li Mîdyadê dijî, mînaka jinên Kurd ya li Kurdistanê dijî ye. Du kurê wê di têoşîna qazadiyê de jiyana xwe ji dest dane, keça wê jî girtî ye. Alye Işik ku tenê dijî çavê wê li riya keça wê ye.
Jina bi navê Alye Işik ya 79 salî me li mala xwe ya li Mîdyadê dike mîvan. Alye Işik du kurê wê di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û keça wê jî girtî ye. Em çîroka Alye Işik ji wê guhdar bikin.
Zarokatiya xwe vegot
Alye Işik di 2’ê sibata 1945’an de li taxa Kevseng a Mîdyada Mêrdînê yek ji çar zarokên malbatekê tê dinê. Ayle Işik diyar dike ku 20 salên xwe li gund derbas dike û wiha got: “Zarokatiya me li kolanan bi lîstikan derbas bû. Em bi çandiniyê re mijûl dibûn. Jiyana gund kedê dixwaze. Bavê min bîstan diçand. Em bi wan re eleqeder dibûn. Tirs tune bû. Me karê xwe dikir. Çêlekên me hebûn.”
16 salî tê zewicandin
Alye Işik ya di 16 saliya xwe de tê zewicandin got: “Gotina bavê me çiba ew bû. Bigota çi me ew dikir. Ez bi cîranê me re dam zewicandin. 5 kur û 5 keçên min bi giştî 10 zarokên min çêbûn. 50 sa le li Mîdyadê dijîm. Bi bazirganiyê re mijul dibim. Dukana me hebû. Me ji ber zextan dukan girt.”
Îşkenceyên dît vegot
Alye Işik wiha vegot: “Li Tirkiyeyê kesî wek me zilm nedît. Hemû malbata min hat binçavkirin. Em hatin îşkencekirin. Bi ser mal amin de girtin. Zarokên min, bûkên min hemû hatin binçvikirin. Îşkenceyên giran kirin. Hevjînê min ji ber îşkenceyan bi pençeşêrê ket û jiyan axwe ji dest da.”
5 sal e li benda keça xwe ye
Alye Işik got ku ji ber îşkenceyê du kurê wê tevli PKK’ê bûne û yekane keça wê ya ligel wê Fîlîz IŞik ku hevseroka berê ya HDP'ê ya navçeyê bûye hatiye girtin. Alyeyê got keça wê 5 sal e li girtîgeha Jinan a Amedê girti ye û he roj li benda hatina keça xwe ye.
Dibêje aştî
Alye Işik wiha got: “Me şehîd dan. Me girtîgeh dît. Kurê min Seyfettîn Işik (Rubar) û Erdal Işik di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan. Ez aştiyê dixwazim. Şer naxwazim. Em ê rojekê hemû bimrin. Çima ev zilm? Tehemulê şînan nakin. Em bi dehan carê hatin binçavkirin. Ez ne poşmanim. Serbilindim.”