'Divê em li dora peyama Birêz Ocalan bibin yek'

  • 09:31 30 Kanûn 2024
  • Rojane
 
Derya Ren-Oznûr Deger
 
RIHA - Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan di çalakiya nobedê ya li ser sînorê Pirsûs-Kobanê hat destpêkirin de axivî û diyar kir ku ev nobeda ji bo Gelê Kurd nobeda azadî û hêviyê ye û diyar kir ku divê her kes li dora peyama ji Îmraliyê tê bibin yek.
 
Nobeda berxwedanê ya li dijî êrişên dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin di roja xwe ya 8’an de didome. Di çalakiya nobedê de her roj tevlîbûneke girseyî hebû, di 28’ê Kanûnê de Cîgirê Serokê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder û Parlamentera Wanê Pervîn Buldan bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye hevdîtinek pêk anîn.
 
Parlamentera Partiya DEM'ê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan ku beşdarî nobeda Pirsûs-Kobanê bû, têkildarî nobedê û hevdîtina bi Îmraliyê re ji ajansa me re axivî.
 
'Pirsûs wê bibe mazûvaniya berxwedanê'
 
Dîlan Kunt Ayan diyar kir ku nobeda berxwedanê roj bi roj mezin dibe û got: “Ji bo me Rojava ne tenê destkeftiyên Kurdan e. Li wir destkeftiyên gel bi hev re hene. Dewleteke otonom heye ku Kurd, Ereb û hemû gelên din bi hev re bi hev re dijîn. Ji ber vê yekê êrişên dijwar tên kirin. Pirsûs çawa di sala 2014’an de ruhê Kobanê girt û ev pêvajo berfireh kir, wê li dijî komkujiyên li Rojava bi destên çeteyan tên kirin jî derkeve. Wê berxwedanê malovanî bike."
 
'Ji bo Gelê Kurd nobeda azadî û hêviyê ye'
 
Dîlan Kunt Ayan, destnîşan kir ku ev nobeda ne tenê nobeda ku li dijî êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe. "Ev nobeda azadî û hêviyê ya Gelê Kurd e. Ev nobeda parastina destkeftiyên jinên Rojava ye. Divê bi vî rengî were nirxandin. 100 sal in netew-dewletan ji bo ku jiyana hevpar li van xakan pêk neyê, hewldaneke mezin didin. Lê hemû hewldanên wan bê encam man. Ji ber ku gel êdî pergala heyî qebûl nake. Ji ber vê yekê pêwîste hemû gel bi hev re bêjin aştî."
 
'Divê em dengê xwe bilind bikin'
 
Dîlan Kunt Ayan hevdîtina di 28'ê Cotmehê de bi Îmraliyê re pêk hat bi bîr xist û wiha axivî: “Em jî weke hemû gelan parçeyek ji vê pêvajoyê ne û ji bo aştiya li van xakan em hemû têbikoşin. Ev ne tenê ji bo Kurdan, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê jî xwedî girîngiyeke mezin e. Ji ciwanan heta jinan; Ji hikûmetê heta muxalefetê divê her kes vê pêvajoyê berfireh bike û dengê xwe bilind bike. Pêdivî ye ku hêviya aştiyê bê mezinkirin."
 
'Çalakî wê bi biryardarî bidome'
 
Dîlan Kunt Ayan banga tevlîbûna nobedê ya li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çalakiya me ya nobedê wê bi îradeya bilindkirina dengê gelê Rojava bidome. Li aliyê din pêwîste her kes li dora peyama birêz Ocalan bibin yek. Heta ku êrişên li dijî Rojava bi dawî bibin û hêviya wekhevî û aştiyê li van xakan bê, wê têkoşîn û nobeda me bidome. Peyama hêviyê hat, em bang li her kesî dikin ku vê peyamê hembêz bikin û tevlî nobedê bibin."