
ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2024'AN
- 09:00 31 Kanûn 2024
- Rojev
* Sala 2024'an bû sala ku kampanya "Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî" li çar parzemînan ji Ewropayê heta Rojava, ji Îranê heta Tirkiyeyê deng veda û berxwedana gelan a li dijî tecrîdê veguherî hevgirtineke cîhanî. PANORAMA
*Jinên ku me ji wan sedema kûrbûna krîza aborî pirsî gotin, “Ji ber krîza aborî kar tune ye, mirov nikare kar peyda bikin. Bi taybetî li Wanê derfetên kar nînin. Ez nizanim kî dê me bibîne û bibihîze û em dixwazin ev perga were guhertin." DÎMEN HEYE
*Li gorî daneyên ajansa me di sala 2024’an de 358 jin û 43 zarok hatin qetilkirin. Mirina 221 jinan û 31 zarokan jî bi guman e. ÇETELEYA TUNDIYÊ
* Nuray Çevirmen, diyar kir ku di şexsê Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn ên di 19'ê Kanûnê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi SÎHA'yên Tirkiyeyê hatin qetilkirin, hişmendiya ku rojnameger bi hêsanî dikarin bên qetilkirin dide çêkirin û bal kişand ser daneyên Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî yên sala 2024'an. DÎMEN HEYE
*Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan, peyama ku Abdullah Ocalan bi heyeta partiyê re şandiye nirxand. Newroz Uysal Aslan diyar kir ku ev peyam ne "banga dawî" ye, berovajî vê yekê "banga destpêkê û belgeya helwestê ya beriya muzakereyê ye".