
ROJEVA 09'Ê ÇILEYA 2025'AN
- 09:00 9 Çile 2025
- Rojev
*Jinan bertek nîşanê girtina saziyên aydê Tevgera Jinên Kurd û şîrketa produksiyonê ya ji JIN TV re naverokan çêdike ya li Silêmaniyê ji aliyê hêzên asayîşê ve hatiye girtin dan û diyar kirin ku desthilatdarî ji rêxistinbûna jinan ditirsin û ji ber vê jî saziyên jinan hedef digirin.
*Aktîvîsta TJA’yê Guldem Dogan da zanîn ku di pêvajoyek wisa de gavavêtin ji bo pêvajoya çaerseryê zemînê ava dike wê ji bo jinan gavên girîng bin û wiha got: “Ji bo wekheviya zayenda civakî û azadiya civakî derfetek girîng e. Ne tenê hewcedariya jinan, ya hemû gelên Rojhilata Navîn bi pêvajoya çareseriyê heye. Êdî ev ji daxwazê wêdetir hewcedarî ye.”
*Li Dêrsîmê jinan der barê êrîşên li hember Elewiyên li Sûriyeyê axivîn û diyar kirin ku divê tu kes li dijî êrîşan bêdeng nemîne. DÎMEN HEYE
*Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku piştî qetilkirina yek ji kadroyên damezerîner ya PKK’ê Sakîne Cansiz ku li Parîsê hat qetilkirin, di 23’ê Sibata 2013’an de ji heyeta çû Îmraliyê re nirxandin kir wiha gotibû: “Ha li me dane ha li Sakîneyê. Dixwazin bi vî awayî hevdîtinan sabote bikin.”
*Dayika Aştiyê Nurê Tarlak ku 27 rojin her sibeh diçe sînor û ji bo êrîşên li Rojava bi dawî bibin berxwe dide da zanîn ku ji bo çareseriyek mayînde divê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan demildest bê berdan û got: “Cenazeyên zarokên met ê. Em aştiyê dixwazin. Zarokên me tên girtin. Bila ev şer bi daweî bibe û aştî pêk bê .Em aştî û wekheviyê dixwazin." DÎMEN HEYE
*Parêzera malbatê Gulîstan Dûran, têkildarî cenazeyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan ên li Rojava hatin qetilkirin, destûr nedan ku bînin Tirkiyeyê û malbatên wan 3 roj in li Deriyê Sînor ê Xabûrê hatin hiştin û wiha got: "Mafê definkirina însanî tê binpêkirin. Ev rewşek nemirovî ye." BI DÎMEN
* Rojnameger Rojbîn Denîz da xuyakirin ku her çend di êrişên dewleta Tirk û SMO yên li ser Bendava Tişrîn a Rojava de sivîl bûne hedef jî, gel berxwedana xwe dewam kiriye û dest bi nobetê kiriye û bal kişand ser girîngiya yekîtiya Kurdan û pêşengiya jinan li dijî êrîşan. BI DÎMEN
*Dayika Aştiyê Nurê Tarlak ku 27 roj in her sibeh diçe sînor û ji bo êrişên li Rojava bidawî be li ber xwe dide da zanîn ku ji bo çareseriyek mayîn de divê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan demildest bê berdan û got: “Zarokên me tên girtin û qetilkirin. Bila ev şer bi dawî be û aştî pêk bê. Em wekheviyê dixwazin." BI DÎMEN
*Têkildarî komkujiya Parîsê de Endama Kongra Star ya bajarê Helebê Rojiyan Mihemed axivî û got: "Xwestin derbe li têkoşîna jinê bixin lê nekarin." Endama Meclisa Pakrewan Şîlan Kobanê Emîra Mihemed jî diyar kir ku bi saya felsefeya Abdullah Ocalan em gihaştin roja îro. BI DÎMEN