
Berdana Nurcan Aslan asteng kirin
- 13:42 21 Hezîran 2025
- Rojane
ERZÎNGAN berdana Nurcan Aslan a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Erzincanê tê ragirtin, ji bo 3 mehan hate taloqkirin.
Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê ragihand ku berdana wê bi hincetên “wê ji bo ewlehiya civakê gef çêbike, ne amade ye ku tevlî civakê bibe, perwerdeya xwe dewam nekiriye”, “rewşa wê ya baş nîne” û “nîşaneya poşmantiyê pê re nîne” hatiye taloqkirin.
Nurcan Aslan a ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di dema berxwedana rêveberiya xweser de hatî girtin, diyar kir ku lijne bêyî ku hevdîtinê bi wê re bike, rapor amade kiriye. Aslan got, bi wê re berdana gelek girtiyan hatiye astengkirin.