Ji sê bajaran dengê hevpar: Bila kiryar bên darizandin

  • 15:07 21 Hezîran 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên ku malbatên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) organîze kirin de daxwaza edaletê careke din hat destnîşankirin û hat xwestin ku dawî li polîtîkaya bêcezahiştinê ya dewletê bê anîn.
 
Çalakiyên ku ji aliyê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û malbatên windayan ve tên organîzekirin, bi armanca pirsîna aqûbeta windayan û daxwaza darizandina kiryaran berdewam dikin.
 
Amed
 
Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 854'emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li Parka Koşûyolû li dar xistin. Gelek xizmên windayan, rêveberên ÎHD'ê, nûnerên rêxistinên sivîl tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.
 
Ewilî Serokê ÎHD'a Amedê Ercan Yilmaz axivî û bal kişand ser têkoşîna 30 salan a Dayikên Şemiyê ya ji bo aqûbeta windayan û edaletê. Ercan Yilmaz anî ziman ku ew ê dest ji têkoşîna xwe bernedin û got: “Ji bo ku winda bên dîtin û faîl bên darizandin divê qey çend sal derbas bibin? Divê dewlet lêborînê ji malbatên windayan bixwaze.”
 
Dû re jî ji Mirovên Şemiyê Îkbal Eren a xwişka winda Hayrettîn Eren axivî û diyar kir ku wê silavên Dayikên Şemiyê yên li Qada Galatasarayê ji çalakiya Koşûyolûyê re aniye û got: “Rêya aştî û demokrasiyê di Qada Galatasarayê û Parka Koşûyolûyê re derbas dibe.”
 
Paşê jî rêveberê ÎHD'a Amedê Firat Akdenîz serpêhatiya Serhat Kazak ê di Hezîrana 1992'yan de hê 13 salî bû li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ji aliyê tîmên taybet ve hat kuştin, xwend. Akdenîz anî ziman ku ji roja Serhat Kazak hatiye kuştin ve dosyeya wî wek faîl nediyar hatiye hiştin û xwest faîl bên darizandin. Akdenîz destnîşan kir ku çi dibe bila bibe ew ê dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin.
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
Êlih
 
 Li Êlihê Komeleya Mafên Mirovan û xizmên windayan di hefteya 690'emîn de li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li Kolana Gulistanê hatin cem hev. Di çalakiya ku pankarta bi nivîsa 'Bila winda bên dîtin, fail bên darizandin' hat hilgirtin û wêneyên windayan hatin nîşandan de, rêxistinên civakî yên sivîl ên li bajêr jî amade bûn.
 
Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Mehmet Siddik Oncu ku di 21'ê Hezîrana 1993'an de li gundê Qerqatê ya navçeya Xana Axpar a Amedê hatibû binçavkirin, ji wê rojê pê ve agahî jê nehatibû girtin û cenazeyê wî di 8'ê Tîrmehê de hatibû dîtin, hat xwendin. 
 
Rêveberê ÎHD'ê Metîn Nas diyar kir ku piştî ku Oncu tê binçavkirin li ber çavê gundiyan rastî îşkenceyê tê û leşker ji hevjîna wî re dibêjin êdî tê hevjînê xwe nebînî û ji gund  derdikevin. Rojek piştre Ocaxa Tenduristiyê ya Xana Axpar derbarê Oncu de rapor amade dike û li gorî raporê îşkence li wî hatiye kirin û piştre di 4'ê tîrmehê de agahî tê dayîn ku cenazeyê wî li morga Fakulteya Tipê ye û li gorî rapora otopsiyê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest daye. Malbatê dema cenaze wergirt tespît kir ku cenaze reş bûye, hemû parxan, neynûk û binê çengê reş bûne û di stûyê wî de şopên bend hene. 
 
Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Mehmet Gazîoglu di bersiva xwe ya li ser pirsa kuştina Oncu de got, "Mehmet Siddik Oncu di 4ê Tîrmehê de ji ber nexweşiya gurçik di 5ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest daye. Piştî ku Oncu di sala 1993'an de di binçavan de jiyana xwe ji dest da û malbat bi rêya qenalên huqûqê yên navxweyî nekarî encamekê bi dest bixe, ew birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Di doza ku ji aliyê malbata Oncu ve hat vekirin de, DMME'yê Tirkiye mehkûm kir ku ji ber binpêkirina mafê jiyanê tazmînatê bide.
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
Colemêrg 
 
Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrg û xizmên windayan di hefteya 180'emîn de li Kolana Hunerê ya li Geverê hatin cem hev û çalakiya xwe berdewam kirin. Di çalakiyê de ku pankartên 'Faîl diyar in, winda li ku ne?' û 'Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin' hatin hilgirtin, wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Zekî Dogan ê ku 32 sal berê piştî binçavkirinê winda bû hate pirsîn.
 
Çîroka Mehmet Zekî Dogan ê 37 salî li Navçeya Çelê ya Colemêrg li Lîseya Çukurcayê weke dergevan dixebitî ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrg Sîbel Çapraz ve hat xwendin û wiha got: "Di 7'ê Hezîrana 1994'an de saet derdora 11.00'an tîmên taybet ên operasyonê avêtin ser dibistanê. Derî şikandin, Mehmet Zekî Dogan ê bi şev nobet digirt bi zorê birin û ew xistin hundirê maşîna zirxî. Malbata wî ji şahidên taxê hîn bû ku Dogan hatiye binçavkirin. Bi belgeya destûrê ya ji meqamên fermî wergirtî re li herêmê dest bi xebatên lêgerînê kirin. Bi beşdariya gelê Çelê operasyoneke berfireh a lêgerînê hat meşandin."
 
Sîbel Çapraz da zanîn ku di dema lêgerînê de li gorî îfadeyên şahidan pêlav û çakêtê Dogan li cem çemê Zapê li nêzî gundê Biyadir hatine dîtin û got, "Li cihê ku kinc lê bûn şopên xwînê jî hebûn. Lê belê lêgerîn bê encam man û negihaştin Mehmet Zekî Dogan. Dogan ku karmend bû, dema li ser karê xwe bû hat binçavkirin û winda bû, lê belê ne rêveberiya dibistanê, ne jî Midûriyeta Perwerdeya Milî ti hewldanek nekirin an jî agahî dan malbata wî. Li hemberî îdîayên ku Dogan piştî hat binçavkirin û avêtin çemê Zapê, rayedarên fermî bêdeng man. Tevî ku serlêdanek heye yan na, dozgerên ku ji lêpirsînê berpirsyar in, dema tiştekî ku tespîta sûc dike hîn bûn, bêdeng man. Meqamên lêpirsînê û dozgerî heta roja îro, ji bo xwe bigihînin 'rastiya madî' li gorî rê û rêbazên ceza tevnagerin."
 
Sîbel Çapraz bal kişand ku 32 sal in nahêlin malbata Dogan çarenûsa zarokên xwe hîn bibe û edaletê pêk bîne û xwest ku der barê Dogan de di dema binçavkirinê de rastî bên aşkerakirin, berpirsyar bên tespîtkirin û cezakirin.