DEM Partî wê biçe serdana siyasetmedarên girtî

  • 18:33 15 Cotmeh 2024
  • Rojane
ENQERE- Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, wê biçin serdana siyaesetmedarên girtî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş.
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, wê biçin serdana hevserokên giştî yên HDP’ê yên berê yên girtî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş.
 
Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê diyar kir ku wê hevserok sibê bi Fîgen û Semra Guzel yên li girtîgehan Kandirayê girtîne nre hevdîtinê bikin. Roja din jî wê li girtîgeha Edîrneyê bi Selahattîn Demîrtaş û hevşaredarê berê yê Amedê Selçuk Mizrakili re hevdîtinê bikin.