
Kurdên li Ewropayê eleqeyeke mezin nîşanî banga dîrokî dan
- 22:35 27 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistaniyên li Ewropayê, banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya dîrokî li Navendên Civaka Kurd a Demokratîk bi girseyî temaşe kirin.
Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê pîştî hevdîtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, banga dîrokî ji raya giştî re parve kir. Banga Abdullah Ocalan li Amed, Wan û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser ekranên mezin hate temaşekirin. Kurdistaniyên li Ewropayê jî girêdayî banga KCDK-E’yê li Navendên Civaka Kurd a Demokratîk kom bûn û şahidiya banga dîrokî kirin.
Koln
Li bajarê Koln ê Almanyayê banga Abdullah Ocalan ya “Aşitî û Civaka Demokratîk” bi eleqeyeke mezin hate temaşekirin. Kurdistaniyên ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kolnê li hev civiyan, bi baldarî daxuyaniya dîrokî temaşe kirin û nirxandinên Abdullah Ocalan yên têkildarî pêvajoya nû bi eleqekeye mezin pêşwazî kirin.
Piştî ragihandina banga dîrokî Kurdistaniyan bi coşeke mezin dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirin. Girseyê bi weşandina wêneyê Abdullah Ocalan gelekî hestiyar bûn. Li gel weşandina vî wêneyî li eywanê bêdengiyeke mezin çêbû.
Kurdistaniyan piştî ragihandina banga dîrokî bi awayekî xurt anîn ziman ku ew li gel Abdullah Ocalanin. Kurdistaniyan demeke dirêj li çepikan xist û daxuyanî bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin.
Hozan Comert ê ku weke hemû beşdaravanan bi kelecaneke mezin banga dîrokî temaşe kir, ev yek anîn ziman: “Rêber Apo bi salan e banga çareseriya bi rêya hiqûq û demokrasiyê dike. Ev ne rewşeke nû ye. Lê belê pêvajoyeke ku dê li ser van yekan were avakirin, dê ji bo feydeya gelê Kurd û Tirk be. Ger zemîna hiqûqî ya paradîgmaya Rêber Apo were avakirin, dê her kes ser bikeve.”
Hunermend Bermal Çem jî got: “Dê hemû partî û hunermendên me li pêvajoya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî pêşxistin, xwedî derkevin û xurt bikin.”
London
Kurdistanî û dostên wan ji bo temaşekirina banga dîrokî li avahiya KCC’ê kom bûn.
Kopenhag
Kurd û dostên wan ên li Danîmarkayê dijîn jî banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi coş û kelecaneke mezin li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Danîmarkayê temaşe kirin.
Girseyê piştî ragihandina bangê bi coşeke mezin dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî gerîla” berz kirin.
Berlîn
Kurdistaniyên ku li paytexta Almanya Berlînê li hev civiyan jî banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan “Aşitî û Civaka Demokratîk” di panela li Brandenburg Torê de temaşe kirin.