Li Helebê jinek hat kuştin

  • 10:02 27 Gulan 2025
  • Rojane
HELEB - Li bajarê Helebê tecawizî jinekê hat kirin û piştre ew jin hat kuştin. 
 
Piştî serweriya HTŞ'ê ya li ser hin deverên Sûriyeyê kuştin û revandina jinan her dewam dikin. Di heman demê de tecawizî jinan tê kirin û piştre tên kuştin. Vê sibehê jî li taxa Hemdaniyê ya bajarê Helebê cenazeyê jinekê bê cil û berg li ser riya Hemdaniyê hat dîtin. Hat zanîn ku tecawizî wê jinê hatiye kirin û piştre hatiye kuştin.