
Ji Sêrtê bang 'Em ê xwedî li vîna xwe derkevin'
- 12:50 29 Çile 2025
- Rojane
Memîhan Zeydan
SÊRT- Jinan bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê dan û bang li gel kir û gotin: "Çawa di hilbijartinê de xwedî li vîna xwe derketin dê îro jî li dijî qeyûm xwedî li vîna xwe derkevin."
Danişîna doza Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ku ji ber xebatên di dema rojnamegeriyê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, duh li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Dadgehê, 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da Sofya Alagaş. Wezareta Karên Hundir piştî cezayê Sofya Alagaşê, îro di danê sibehê de waliyê bajar Kemal Kizilkaya weke qeyûm li Şaredariya Sêrtê tayîn kir.
Welatiyên ku li ber şaredariyê kom bûn bertekên xwe ji ajansa me JINNEWS'ê re anîn ziman.
Fatma Yilmaz, diyar kir 3 car in qeyûm tayînê şaredariyê dikin û got: "Ji ber ku em kurd in em bi neheqiyan re rûbirû dimînin. Qeyûm her cure bêhiqûqiyê dike û talan dike û didize. Tişta ku em ji wan paqij dikin carek din tên xesp dikin. Em bi berxwedanê li Sêrtê bi ser ketin."
Ayşe Taşçi, da zanîn ku ji ber ku îktîdar di hilbijartinê de winda kir qeyûm tayîn dike û wiha bi lêv kir: "Ev 3 car in em li vir bi ser dikevin. Divê bê zanîn ku em ê carekdin qeyûman ji vir bişînin."
Rewşan Arslan jî destnîşan kir ku di dosyaya Safiye Alagaş de tiştek nîne û ji bo qeyûm tayîn bikin ceza lê hat birîn û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Em Qeyûm neheqî ye û tê wateya darbeya li hemberî vîna gel. Gelê Sêrtê tu carî wê yekê qebûl nake. Ev darbeya li hemberî pergala hevserokatiyê ye. Gelê Sêrtê wekî her tim dê carek din jî vîna xwe dayne holê. Ez bang li gel dikim ku bila xwedî li şaredariya xwe derkevin."
Muazzez Burga, daxuyand ku 6 sal ceza li hevşaredar hat birîn û wiha bi lêv kir: "Dema danişîn xilasbû, em vegeriyan Sêrtê me li Şaredariyê dest bi nobetê kir. Serê sibê jî qeyûm hat tayînkirin. Gelê Sêrtê di hilbijartinê de xwedî li vîna xwe derket. Dê îro jî li dijî xespkirinê xwedî li vîna xwe derkeve. Em bang li gel dikin ku bila carekdin xwedî li raya xwe derkevin."