Li Sêrtê li dijî qeyûman serhildan mezin dibe
- 14:29 29 Çile 2025
- Rojane
SÊRT – Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş di çalakiya berxwedanê ya ku li ber şaredariya Sêrtê destpê kir û li dijî desteserkirina îradeyê her diçe mezin dibe de axivî û diyar kir ku dîroka Kurdan dîroka berxwedanê ye û got ku ew ê li ber xwe bidin.
Berxwedana ku li ber şaredariyê ji bo qeyûm tayînî Şaredariya Sêrt hat kirin, her ku diçe mezin dibe. Welatiyên ku beşdarî berxwedana ku di saetên sibehê de destpê kir li ser dîwarê şaredariyê pankarta bi nivîsa “Em ê bi berxwedanê li dijî desteserkirina îradeyê bi ser bikevin” vekirin û kesên ku beşdarî berxwedanê bûn bê navber siloganên "Bijî berxwedana Sêrtê", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Qeyûmên dagirker" û "Jin jiyan azadî" berz kirin. Parlamenterên DEM Partiyê Newroz Uysal, Bêrîtan Guneş, Adalet Kaya, Sabahat Erdogan Saritaş, Meclîsa Dayikên Aştiyê, TJA, Rêxistinên DBP’ê yên navçeya Sertê ya DEM Partiyê û gelek welatî tevlî bûn.
Îradeya gel hate paşguhkirin
Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş li vir axivî û diyar kir ku qeyûm tayînî îradeya gel hatiye kirin û got, “Yên ku nekarîn şaredariyê bi sindoqan û demokrasiyê bi dest bixin, bi sextekariyê hewl didin şaredariyê bi dest bixin. Hevserokên me yên hatine hilbijartin rastî qanûnên dijminane tên û li şûna wan qeyûm tên tayînkirin. Sîstema edaletê di destê wan de bûye pêlîstok. Li ku derê dixwazin qeyûm tayîn bikin, hincetekê dibînin û qeyûm tayîn dikin. Gelê Kurd ti carî ev desteserkirina îradeyê qebûl nekir û wê qebûl neke jî.
Berxwedana li ber şaredariyê bi dirûşme, çepik û tilîliyan dewam dike. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Hevserokê DBP'ê yê Giştî Keskîn Bayindir wê saet di 15:00 de li vir bi gel re bên cem hev.