Xuşka Fîgen Yuksekdag jiyana xwe ji dest da

  • 15:28 29 Çile 2025
  • Rojane
 
EDENE- Xuşka Hevseroka Giştî ya Berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag Saniyê Yuksekdag, ji ber xwînbûna mîde jiyana xwe ji dest da.
 
Xuşka Hevseroka Giştî ya Berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag Saniyê Yuksek Dag ji ber xwînbûna mîdê, li mala xwe ji yana xwe ji dest da. Xizmên Saniye Yuksekdag ku 3 rojan agahî jê negiritn agahî dan polîsan.
 
Li ser agahdariyê polîs û tîmên tendirustiyê hatin cihê bûyerê. Di lêkolîna ku tendirustvanan kir de, hat diyarkirin ku Saniye Yuksekdag jiyana xwe berî bi 3 rojan ji dest daye. Cenazeyê Saniye Yuksekdag ji bo otopsiyê rakirin Morga Tipa Edlî ya Edeneyê.
 
 Hat diyarkirin ku Saniye Yuksekdag dê sibe li Ceyhana Edeneyê bê definkirin.