
Di êrişa li dijî Kobanê de 2 sivîl hatin qetilkirin
- 17:59 29 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa balafireke bêmirov a Tirkiyeyê ya li dijî maleke bajarê Kobanê de 2 kesî jiyana xwe ji dest dan û yek jî birîndar bû.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA), di encama êrişê de xwediyê malê jiyana xwe ji dest daye û hevjîna wî birîndar bû. Her wiha kesek din jî jiyana xwe ji dest da.
Navên kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ne; Azad Elî Mehmûd û Şêro Meşîd.
Narîman Silêman jî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.