ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2025'AN

  • 09:00 30 Çile 2025
  • Rojev
 
* Piştî hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re, tiştên ku di sala 2013'yan de di derbarê demokratîkbûyîn, çarçoveya qanûnî û şert û mercên xebata azad de îro jî rojevîbûna xwe diparêze.
 
* Endama Parlamentoya Ewropayê ya berê Julîe Ward, der barê hevdîtinên Îmraliyê û pêvajoya tecrîdê de axivî û got: “Em dizanin Abdullah Ocalan riya aştiyê tercîh kiriye. Ji ber vê dipa ku yên din jî bigihêjin wî. Bidawîkirina tecrîdê û rawestandina bombebaranê nîşaneya niyeta baş e. Ev neyên kirin Tayyîp Erdogan ne wek kesekî aştiyane, wê wek lîderekî vala derkeve holê.”
 
*Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz ji bo ‘Mîtînga Aştiyê ya ji bo Azadiyê’ bang kir û got: “Em wek ên ku aştî û edalet dixwazin li dijî xizanî, qetilkirina jinan, xwezayê û sewalan û ji bo aştiyê li wir bin.” DÎMEN HEYE
 
*Fîlîz Gul diyar kir ku di konekî de 50 kes mane, xawrina xwe li derve çêkirine, ji ber ceyran tunebûye bi lambeyan îdare kirine û ji ber kon biçûk bûye bi nobedarî mane. DÎMEN HEYE
 
*Xedîce Mihemed a heta temenê xwe yê mezin têkoşîn ji bo ax û welatê xwe daye diyar kir ku ew ji bo welatê xwe her bi eşqekê tev digeriya û wiha got:"Ewqas sal in em bindest in lê bi saya Rêberê me em hişyar bûn. Ji kezeba me şêrîntir ti tişt tune ye lê dema welatê mirov tune be, rûmeta mirov jî tune ye."  DÎMEN HEYE