
Civîna ‘Projeya Jinên Ciwan ên ku Siberoja Xwe Ava dikin’ hat lidarxistin
- 13:48 30 Çile 2025
- Rojane
AMED - Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar tevlî civîna ‘Çalakiya Hevdîtina Ciwan û Xwendekarên Zanîngehê ya NEET’ a ‘Di Sektorên Dîjîtal de Zêdekirina Îstîxdama NEETan’ û ‘Jinên Ciwan ên ku Siberoja Xwe Ava dikin’ a Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê bû.
Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar di civîna ku ji alî Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê ve hatibû amadekirin axaftinek kir û da diyar kirin: “Di vê sektora dîjîtal de zêdekirina îstîxdamê ji bo siberoja jinên ciwan ku karibin pêşeroja xwe bibînin û ava bikin, bi xebat û pêşengiya ciwanên NEET’ê gavek tê avêtin. Em wek Şaredariya Peyasê ji bo pirsgirêkên ciwanan û bi taybetî jinan çi ji destê me bê dê bikin.”
Piştî civînê Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar bi xwendekaran re sohbet kir û bal kişand ser vî tiştî ku wê beriya her tiştî projeyên ku pirsgirêkên ciwanan çareser dike, pêk bîne.