Li Hezexê êriş hatin protestokirin

  • 13:51 30 Çile 2025
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navçeya Hezexê meş hat lidarxistin û wiha hate gotin: “Ev rê ne rêya çareseriyê ye.” 
 
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meş hat lidarxistin. Meş, bi pêşengtiya DBP û DEM Partiyê hat lidarxistin û gelek kes tev li bûn Meş, ji Parka Barişê dest pêkir û heta avahiya Rêxistina DEM Partiyê domiya. Di meşê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana Rojava" hat berzkirin û pankarta “Rojava rûmeta me ye” hate hilgirtin. 
 
Piştî meşê daxuyanî hate dayin. Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen, wiha got: “Êrişeke mezin li ser Rojava heye. Em van polîtîkayên qirêjî yên îktîdara AKP-MHP’ê şermezar dikin. Em êrişên li dijî destkeftiyên gelê Kurd şermezar dikin. Dê ev nêzikatî û polîtîkayên wan biser nekevin. Ev rê ne rêya çareseriyê ye. Dê kuştina sivîlan, jin û zarokan bi we nede qezenckirin.” 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal jî got ku Tirkiye ji bo têkbirina Şoreşa Rojava her tişta ji dest tê dike. Newroz Uysal Aslan, wiha domand: “Tevî hemû êrişên xwe jî hikûmeta Tirk nekarî bêhnê li Rojava biçikîne. Gelê me ji bo parastina xwe li Tişrîn û Qereqozaqê nobeta berxwedanê digire. Êrişên tên kirin ne li gorî hiqûqa navneteweyî ne.” 
 
Newroz Uysal Aslan, bi domdarî bal kişand ser hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re û axaftina xwe wiha qedand: “Me dengê birêz Abdullah Ocalan bihîst lê tu bersiv ji bangawaziyên wî re nayên dayin. Heta ku bersivê nedin bangên wî, heta ku tecrîd bidome dê têkoşîna me jî bidome.”