Noemi Levy-Aksu: Ji bo aştiyê çareserî diyalog û muzakere ne

  • 09:03 13 Sibat 2025
  • Rojane
  
Elfazî Toral
 
STENBOL-  Dîrektora Xebatên Bîr û Aştiyê  Dr. Noemî Leyv-Aksu ku tevli konferansa aştiyê ya HDK’ê pêk anî bû, der barê nîqaşên avakirina zemîna aştiyê de nirxandin kir û got: “Pirsgirêka Kurd, mijara azadiya Kurdan û mijara demorkasiyê heye. Divê birînên ku deweletê di vê civakê de vekirine neyên ji bîr kirin. Beriya her tiştî em ji aştiyê çi fêm dikin û divê em ji bo aştiyeke civakî gavên çawa bavêjin. Çarserî bi muzakere û diyalogê pêkane.”
 
Kongreya Demokrtîk a Gelan (HDK) di navbera 8-9’ê Sibatê de bi dirûşma ‘Di riya jiyana azad û wekhev a gelan de, çareserî aştî ye’  konferansa xwe ya anavneteweyî pêk anî. Der barê pirsgirêka Kurd de nirxandin hatin kirin û her wiha li ser rola hemû aliyan a di çareseriyê de hat sekinîn. Dîrektora Xebatên Bîr û Aştiyê  Dr. Noemî Leyv-Aksu ji JINNEWS’ê re nirxandin kir.
 
Noemî Levy-Aksu  diyar kir ku li seranserê cîhanê dema ‘pêvajoya aştiyê’ mijara gotinê be ya ewil dertê holê rûhevhatin e û got: “Divê bi hemû binpêkirinên mafan yên hatine kirin re bên rû hev û hesab bidin. Rûhevhatin aliyekî cuda yê pêvajoya aştiyê ye. Niha li Tirkiyeyê mijarek wisa tune ye. Bi paşerojê re rûhevhatin girînge. Jİ bo aştiya civakî girîng e. Tenê bidawîkirina pevçûnan û destgirtina demekê nabe. Rol dikeve ser milên dewletê lê ya ewil dikeve ser milê civakê.”
 
‘Divê birînên hatine vekirin neyên jibîrkirin’
 
Noemî Levy-Aksu daxuyakirin ku ji dema Osmaniyan heta komarê û heta niha li ser Kurdan polîtîkayên zext û asîmîlasyonê pêk hatine û wiha dirêjî dayê: “Divê em xwe berdin kokên hemû zext, qirkirin û komkujiyan. Divê em li ser sedemên vî şerî, koka vî şerî, komkujiyên beriya şer hatin kirin, kiryar nediyar, bûyerên tundiyê û polîtîkayên mêtingeriyê bisekinin. Ev tê wateya hizirkirina li ser neteweperestiyê ku hêmana sereke ya Komarê ye û van hemûyan bi awayekî berfireh binirxîne. Divê ne tenê li sûcdarekî  bê sekinîn divê birînên hatine vekirin neyên ji bîrkirin.  Hem li cîhanê hem jî li Tirkiyeyê em fêm dikin ku ev mijar çiqasî girîng in. Bi zêdekirina perspektîfa zayendî, wêrankirina jîngehê û newekheviyên sosyo-aborî, em behsa pêvajoyên cuda nakin, pêvajoyek giştî û dîrokek giştî vedibêjin.  Ew rabirdû jî niha ye. Ji ber vê yekê divê em bi hev re li ser van bifikirin û bi hev re çareser bikin.”
 
‘Em civakek çawa dixwazin’
 
Noemi Levy-Aksu di berdeawmiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Divê em li ser van pirsan bifikirin ku em civakek çawa dixwazin, têkiliyên dewlet-civakek çawa dixwazin, azadiyan çawa dixwazin. Loma jî ne tenê têgihîştina rabirdûyê, avakirina îro û dahatûyê ye.  Pêwîst e guh bidin daxwaz, serpêhatî û bîranînên beşên cuda yên civakî. Pêdivî ye ku ew li hev kom bibe. Ev qad jî wê bi diyalog û muzakereyên civakî zêdetir bi beşdarbûn pêk were. Em pirsgirêka Kurd û azadî û mafên Kurdan weke pirsgirêka sereke tînin ziman.  Bi giştî pirsgirêka demokrasiyê, pirsgirêka mafan û newekheviya zayendî heye. Li vir, dema ku em dibêjin aştî, dema ku em dibêjin aştiya civakî, em bahse tiştekî ji nakokî wêdetir dikin.  Ne bi paradîgmaya 'ewlehî' an 'dijî terorê' ya ku dewlet û hikûmet vê gavê dike, ne bi perspektîfeke aştiya civakî, ne ji paradîgmaya 'ewlehî' an jî 'dijî terorê' pêwîst e, ji bo vê jî divê em ji hemû beşên civakî nêrînan bigirin.”
 
Noemî Levy-Aksu wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çareserî bi aştiyê re lê divê em li ser armanca çaraseriyê bisekinin. Em behsa aştî û demokrasiyê bikin behsa aştiya civakî bikin wê di çareseriyê de aşatî hebe. An jî wê hêvî bişkên û desthilatdarî xurtir bibe. Ji ber vê em ji aştiyê çi fêm dikin, avakirina aştiyeke civakî çawa ye divê em vê bifikirin.”