
'Parastin me hemûyan eleqedar dike'
- 11:41 13 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Beşdarên seferberiya giştî banga xurtkirina hevgirtinê kir û gotin "Parastin û mîsogerkirina mafên me di Sûriyeya nû de me hemûyan eleqedar dike."
Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê têkildarî seferberiya ku 1`ê Kanûna 2024`an ji aliyê Rêveberiya Xweser a Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatibû îlankirin, li Çerxerêya Şehîdan a Qamişloyê daxuyaniyek da. Endam û rêveberiyên saziyan ku beşdar bûn de tev li seferberiya giştî ya QSD’ê bûn.
Hevseroka Meclisa Gelan a Kantona Tebqayê Arya Mele Ehmed ku beşdarî seferberiyê bûye diyar kir ku ew di çarçoveya pêngavên serferberiyê de perwerdeyê li ser vekirin û siwarkirina çekan û bikaranîna wê dibin. Ariya anî ziman ku piştî fêrî bikaranîna çekê bibin dê li gorî biryara QSD’ê li nuqteyên leşkerî yên parastinê werin belavkirin.
Ariya Mele Ehmed der barê girîngiya seferberiya giştî de ev nirxandin "Em dibînin bê çawa êriş li ser herêmê têne kirin û çawa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê komkujiyan li dijî me dikin, lew ra parastina herêmê ne tenê mîsyona QSD’ê ye, lê belê erkeke dikeve ser milê me hemûyan."
Ariya Mele Ehmed destnîşan kir ku parastina erd, rûmet û mafên gelê herêmê di Sûriyeya nû de her kesî eleqedar dike.
Ariya Mele Ehmed di dawiya axaftina xwe de bang li her kesî kir û ji bo parastina destkeftiyên şoreşê tev li nava refên QSD û YPJ’ê bibdin.
Şêniyê bi navê Bedir El Ferec jî diyar kir ku ev merhele merheleya hebûn û nebûnê ye. Bedir El Ferec di serî de ciwan bang li tevahî pêkhateyên herêmê kir ku destkeftiyên şoreşê ji êrişan biparêzin û tev li QSD’ê bibin.
Endama Meclisa Gelan a Kantona Cizîrê Sûzan Îbrahîm Silêman tev li seferberiyê bûye li dijî êrişan girîngiya hevgirtinê destnîşan kir. Sûzan banga tevlêbûna seferberiya giştî li gel kir û got: "Em soz didin gelê xwe ku heya nefesek di me de hebe em ê piştevanê wî bin."