'Em azadiyê Rêberê xwe dixwazin'

  • 09:02 14 Sibat 2025
  • Rojane
  
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên li Helebê têkildarî komploya navneteweyî diyar kirin ku hat xwestin hêzên komploger Gelê Kurd û Abdullah Ocalan ji hev qut bikin lê komplo bi ser neketiye û wiha gotin:"Em 26 saliya komploya ku li ser rêbertî hatiye meşandin, şermezar dikin. Herî zêde em li benda wê rojê ne ku em Rêberê xwe azad di nava xwe de bibînin ji ber ku bi saya fikir û felsefeya Rêbertî em gihiştin roja îro."
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komploya navneteweyî anîn Tirkiyeyê û ev di alî têkoşîna azadiya gelê Kurd de bû nokteyek dîrokî. Vê pêvajoyê di alî gelê Kurd hem di alî îdeolojîk hem di alî rêxistibûnî de bandorek giran kir.
 
Jinên li Helebê têkildarî komploya navneteweyî nirxandin kirin. Jinan bal birin ser azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û gotin komplo negihaşt armanca xwe.
 
'Xwestin gel û Rêbertî ji hev qut bibin'
 
Endama Şaredariya Gel a bajarê Helebê Cîhan Mustefa nêrîna xwe têkildarî komploya 15'ê Sibatê de bi ajansa me re parve kir û wiha got:"Ev bû 26 sal in ku Rêberê me Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de di nava tecrîdeke girankirî de ye. Dewletên komploger bi revandina Rêbertî re daxwaz kirin ku Gelê Kurd dest ji Rêbertî berdin lê bêhtir em bi Rêbertî û felsefeya wî ve hatin girêdan. Em hêz û moralê xwe ji Rêberê xwe digirin."
 
'Moralê me ji bo dîtina Rêbertî bilind e'
 
Cîhan Mustefa da zanîn hêviya dîtina Abdullah Ocalan hêzê dide wan û wiha got:"Berxwedana Rêbertî hêzê dide me ku em têkoşîna azadiyê bikin. Erê Rêberê me ev 26 sal in girtî ye lê belê berxwedana bi nirx û rûmet a ku li hember hêzên komploger nîşan daye, hêzê dide me. Vê yekê hişt ku em bi hêz û israr têkoşîna xwe di oxira azadiya Rêbertî de bidin dewamkirin. Em ê berxwedana xwe bidomînin û moralê me ji bo dîtina Rêbertî bilind e."
 
'Azadiya Rêbertî azadiya hemû azadîxwaza ye'
 
Cîhan Mustefa da zanîn wê kes nikaribe roja kurdan tarî bike û wiha pê de çû:"Tu kes nikare roja me tarî bike ji ber ku em ronahiya xwe ji felsefeya Rêbertî werdigirin. Em li benda azadiya Rêberê xwe ne, azadiya Rêbertî wê bi têkoşînê pêk were. Ji ber ku azadiya rêber Abdullah Ocalan azadiya hemû gelên azadîxwaz e. Yên ku dixwazin azadiyê bi dest bixin azad bijîn, divê felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji xwe re bingeh bigirin."
 
'Em azadiyê Rêberê xwe dixwazin'
 
Endama Şaradariya Gel a bajarê Helebê Fatme Merwan jî têkildarî komploya ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat meşandin, wiha pê de çû:"Em 26 saliya komploya ku li ser rêbertî hatiye meşandin, şermezar dikin. Herî zêde em li benda wê rojê ne ku em Rêberê xwe azad di nava xwe de bibînin ji ber ku bi saya fikir û felsefeya Rêbertî em gihiştin roja îro."
 
'Em bi felsefeya Rêbertî dijîn'
 
Fatme Merwan diyar kir ku ew komploya navneteweyî tu carî qebûl nakin û got:"Dewletên komploger bi armanca veqetendina gel a ji Rêbertî, komplo pêk anîn û Rêberê me xistin nava zindana Îmaraliyê. Her wiha xwestin di kesayeta Rêbertî de gelê Kurd tune bikin lê berovajî vê dawaza wan, me girêdana xwe bi felsefeya Rêbertî re xurtir kir. Em bi felsefeya Rêbertî dijîn û têkoşîna xwe mezintir dikin."
 
'Ji bo Rêberê xwe em ê berxwedanê mezin bikin'
 
Di dawiyê de Fatme Merwan got:"Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em ê berxwedan û têkoşîna xwe mezintir bikin heta ku em Rêberê xwe di nava xwe de dibînin."