Di pêngava azadiyê de bayê ‘Jin jiyan azadî’

  • 09:04 14 Sibat 2025
  • Rojane
 
  
Melek Avci
 
ENQERE- Yên îro li hember pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan disekinin yek bi yek wêran dibin û jinên tecrîd şikandin ev du sal in bi çalakiyên dimeşînin gav bi gav ber bi azadiyê ve dibin.
 
Pêngava ‘Ji Abdullah ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ salek xwe temam dike. Rayagiştî ya Ewropa û cîhanê ku biryarbûna gelê Kurd dît, êdî nikare bêdengiya xwe bidomîne. Piştî rapora NY’ê ya der barê îşkenceyê şûnde, di civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (AKPM) de der barê tecrîdê de pêşketinek çêbû. Ji her derê cîhanê hezar û 500 parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin û 69 kesên xelatgirên Nobelê jî ji bo şikandina tecrîdê îmzeyên xwe avêtibûn.
 
Tirkiyeyê piştî şerê li Rojhilata navîn û ketina Rejîma Esad a li Sûriyeyê berê xwe ji nû ve da Îmraliyê. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 26 sal e ji bo aştî û azadiyê perspektîfa xwe pêşniyar dike, di hevdîtinên meha Kanûn û Çile de jî heman tişt carek din anî ziman.
 
Pêngavê parzemîn derbas kirin
 
TJK-E û KCDK-E bi civak û enternasyonalîstan re pêngava azadiyê meşand û bi ‘jin jiyan azadî’ re li Ewropayê li parzemînan belav bû û bayê azadiyê hat destpêkirin. Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê her der kir qada têkoşînê û cihê ku neçûn nema.  Jinan bandora tecrîdê vegotin û gotin ev navenda sêyemîn şerê cîhanê ava dike.
 
Li ser vî esasî esasî çalakî û bernameyên TJK-E’yê yên ji 10’ê cotmeha 2023’an heta niha me kom kirin.
 
* Di serî de li ser esasa pêngavê di 21’ê Cotmeha 2023’an de ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan forûmek bi navê ‘Azadî Wê Bi Ser Bikeve’ hat lidarxistin. 
 
*Li seranserê Ewropayê rojên xwendinê, stand û panel hatin lidarxistin û paradîgma Rêberê PKK’ê Abdullah ocalan hat nasîn. 
 
*1’ê mijdara 2023’an de bi wesîleya Roja Cîhanê ya Kobanê çalakî û bername pêk hatin.
 
*Navbera 18-25’ê Mijdara  2023’an de di esasa pêngavê de bi dirûşmeya ‘bi jin jiyan azadî em dimeşin şoreşa jinê’ çalakî, bername, panel, fîlm, meş û mîtîng pêk hatin.
 
* Dosyayên têkildarî azadiya Abdullah Ocalan li gel gelek çalakî û çalakiyan li çapemenî, sazî û rêxistin, partî û gelek saziyên fermî hatin belavkirin.
 
* Li ser esasa tevgera azadiyê li seranserê Ewropayê civînên gel, panel, serdanên malan û civînên jinan hatin lidarxistin. 
 
* Bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê li ser esasa  pêngavê rojên xwendina berhemên Abdullah Ocalan, panel û standên agahdarkirinê hatin vekirin.
 
*23’ê Kanûna 2023’an de ji bo duyemîn komkujiya Parîsê meş û mîtîng pêk hatin.
 
 Sala 2024’an
 
*Di 3’ê Çileya 2024’an de çelengên reş li balyozxane û konsolosxaneyên Fransayê hatin danîn û çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.
 
*di 6’ê çileyê 2024’an de bi pêşengiya TJK-E’yê li Ewropayê li dijî komkujiyên Parîsê meş û mîtînt pêk hatin.
 
 *17’ê Sibata 2024’’an de li Kolnê meş pêk hat û azadiya Abdullah Ocalan hat xwestin.
 
 *Serdanên malbatan, panel, semîner û forumên hepvar pêk hatin. 
 
*24’ê Sibata 2024’an de Komxebata Perwerdehiyê li seranserê Ewropayê pêk hat.
 
 *27’ê Sibata 2024’an de jinan li Strasburgê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş pêk anîn.
 
*Navbera 1-10’ê Adara 2024’an de ji bo 8’ê Adarê bernamyên cur bi cur pêk hatin.
 
 *Serê Adarê de li Almanya, Fransa û Swîreseyê konferansên wekheviya zayendî pêk hatin.
 
 *31’ê Adarê de çarçoveya cejna Pasyal de çûn serdana Vatîkan û ji bo rayedaran dosya hatin pêşkêşkêşkirin.
 
*Kampanya şandina nameyan a ji bo CPT hat destpêkirin û navbera Nîsan-Tîrmehê de 20 hezar name hatin şandin.
 
*3-5’ê Nîsanê de bi wesîleya Rojbûna Abdullah Ocalan bi pêşengiya jinan gelek bername pêk hatin.
 
*Xebatên Newrozê diyariyê pêngava azadiyê hatin irkin. Di pîrozbahiyên 1’ê Gulan û  bernameyan de di platformên hevpar de cih girtin.
 
* Festîvala Jinê ya Zîlan li Almanyayê, Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz li Swîsreyê û Festîvala Jinan a Zîlan li Îngilîstanê dîsa li ser esasê tevgerê pêk hat.
 
* Ji aliyê jinan ve bi taybet ji endamên Konseya Ewropayê re têkildarî rewşa Abdullah Ocalan gelek name hatin şandin. 
 
* Ji bo rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Bahaddîn yên bi SÎHA’yan hatin qetilkirin li sernaserê Ewropayê bi pêşengiya jinan çalakiyên protestoyî pêk hatin.
 
 *16’ê îlonê de bi wesîleya salvegera qetilkirina Jîna Emînî kampanya ‘ji darvekirinê re na- ji jiyanê re erê’ da destpêkirin û çarçoveya kampanyayê d eli sernaserê Ewropayê panel û semîner pêk hatin.
 
*Di navbera 1- 12’ê cotmeha 2024’an de çarçoveya pêngavê de panel, semîner, pêşandane wêneyan, rojên xwendinê, perwerde, meş û mîtîn pêk hatin.
 
*Di çarçoveya 24’ê mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navnetweyî panel, semîner û mîtîng, meş û gelek berneme li seranserê Ewropayê pêk hatin.
 
Çalakî didomin
 
Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan der barê çalalakî û bernameyên pêvajoyê de tevger ajinan pêk anî ye de axivî û got: “Hemû xebat li ser esasa pêngava Rêbertiyê hate kirin û di heman demê de gelek çalakî û çalakiyên Rêbertiyê hatin lidarxistin, li dijî êrîşên li dijî tevgera azadiyê ya Bashûrê, çalakî û çalakiyên li dijî qeyûman û êrîşên li ser Rojava jî bi pêşengiya jinan hatin pêşxistin. Bi taybetî bi êrîşên li ser Rojava re, li tevahiya Ewropayê bi hevalên cuda re çalakiyên piştgiriyê hatin lidarxistin û bi gelek derdoran re panel û çalakî ji bo piştevaniya bi sîstema Rojava re hatin lidarxistin û ev pêvajo hê jî didome.”
 
Berbi 15’ê Sibatê
 
Di  26’emîn salvegera komploya navneteweyî de, berxwedana tevgera jinê û tevahî gel veguherî pêvajoyeke berxwedanê ya mezin. Li Tirkiyeyê ji 1'ê Cotmehê û vir ve ji aliyê AKP û MHP'ê ve nîqaşa 'pêvajo' heye û di vê esasê de bi Rêberê PKK'ê re hevdîtin û bi gelek kesayetên siyasî re hevdîtin tên kirin, gel li kolan û qadan banga azadiyê û axaftina aştiyê ya bi rûmet nû dike. Her wiha dîasporaya ku wê di 15’ê Sibatê de li Strasboûrgê bicive, bang li hemû gelan dike ku heta vê kêliyê weke rojên dîrokî tên jiyîn, têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin.