
Polîsan bi ser Mala Hunerê ya Jîn Artê de girtin
- 11:12 14 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsan bi ser Mala Hunerê ya Jîn Artê de girtin. Gelek rêveberên DEM Partî û DBP’ê hatin binçavkirin. Her wiha li Amedê jî 2 parezêr hatin binçavkirin.
Li Amedê 2 parêzer hatin binçavkirin. Li İzmîrê jî bi ser gelek malan de hat girtin û li Mala Hunerê ya Jîn Artê jî lêgerîna polîsan didome.
Îzmîr
Îro di danê sibehê de polîsan li Îzmîrê bi ser gelek malan de girtin. Endama Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Gonul Yalçin, endamê PM’a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sabrî Gul û Koray Turkay di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Hat zanîn ku kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar.
Di serdegirtinên malan ên li Tarsusê de Çîgdem Kiliç û Taner Ayten bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin. Binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Tarsusê.
Polîsan bi ser Mala Hunerê ya Jîn Artê ya li semta Basmaneyê ya navçeya Konakê de jî girtin. Lêgerîna li Mala Hunerê ya Jin Artê didome.
Hat zanîn ku dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe.
Amed
Endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Volkan Bîlece û Hebûn Hakan Akkaya di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatin binçavkirin. Parêzer Bîlece li Mêrsînê û Akkaya jî li Stenbolê hate binçavkirin. Hat zanîn ku Akkaya hatiye derbkirin û heqaret lê hatine kirin. Destên Akkaya ji pişt ve hatin kelemçekirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar. Tê payin ku parêzeran bibin Amedê. Têkildarî hûrgiliyên lêpirsînê agahî nehatin bidestxistin. Hevdîtina parêzeran a bi binçavkiriyan re ji bo 24 saetan hate qedexekirin.