ROJEVA 15'Ê SIBATA 2025'AN

  • 09:00 15 Sibat 2025
  • Rojev
 
*Endamên Rêxistina Koongra Star a bajarê Helebê têkilarî hedefgirtina Hêva Erebo bertek nîşan dan û wiha gotin:"Bi hedefgirtina pêşenga şoreşê Hêva Erebo wê dijmin nikaribin derbe li şoreşa Jin Jiyan Azadî bixin. Bi xebat û têkoşîna xwe teqez em ê tola Hêva Erebo hilînin"
DÎMEN HEYE 
 
*Parêzer Ayşe Acinikli da zanîn ku li Tirkiyeyê ji destûra bingehîn ya nû wêdetir pirsgirêka pêknehatina qanûnan heye û divê pênasekirina welatîbûnê bê guherin, mafê zimanê dayikê bê dayîn.DÎMEN HEYE 
 
*Aktîvîst Nasîbe Shamsaeî  diyar kir ku tevî girtin û darvekirinan jin li Îranê li ber xwe didin û got: “Li gorî raporan di 2024’an de herî kêm 31 jin hatine darvekirin û ev rêjeya herî bilind a 17 salên dawî ye. Bi van cezayan hewl didin her cureyê tevgera wekhevî û azadiyê biçewisînin.” DÎMEN HEYE
 
*Pispora Xizmetên Civakî,  ji Komîsyona mafê Zarokan a ÎHD’a Edenê Belgîn Işik diyar kir ku gumanbar bi hêza ji darazê digirin bi rehetî tundî û destdiriyê li zarokan dikin û got ji bo dawî li van pêkanînan bê divê qanûnên ku zarokan diparêzin pêk bên û polîtîkayên nû bên avakirin. DÎMEN HEYE