
Ji bo şermezarkirina komployê dikan nehatin vekirin
- 10:17 15 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dikandaran dikanên xwe venekirine.
Îro salvegera 26’an a Komploya Navneteweyî 15'ê Sibat a li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e, li deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikandar dikanên xwe venekirine.
Bi vê boneyê wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 9 mîtîng werin lidarxistin. Ji bo mîtîngên şermezarkirina komployê jî amadekarî tên kirin.