
Îlham Ehmed: Ji bo mafên zagonî divê komîteya hevpar bê avakirin
- 10:56 20 Nîsan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Îlham Ehmed diyar kir ku vegera li sîstema navendî êdî vebijêrekek mayînde nîn e û got "Her kes dibîne ku divê Sûriye bi awayekî hevbeş were birêvebirin." Her wiha Îlham Ehmed got:"Ji bo mafên zagonî divê komîteya hevpar bê avakirin."
16 û 17’ê Nîsanê Dîdara 9’emîn a Silêmaniyê li Zanîngeha Amerîkî ya bajarê Silêmaniyê pêk hat. Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed jî di nav de zêdetirî 700 kesayetên siyasî, berpirsên hikumeta federal a Başûrê Kurdistanê, Iraqê û serkirdeyên aliyên siyasî yên Ewropayê beşdarî dîdarê bûn. Dî dîdarê de dosyayên siyasî, ewlehî û aborî yên ku bandorê li Iraq, herêmê û cîhanê dikin hatin gotûbêjkirin. Her wiha rûnişteke taybet ji bo gotûbêjkirina rewşa Sûriyeyê û projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatibû veqetandin.
Der barê dîdarê de, Îlham Ehmed ji ANHA'yê re axivî. Îlham Ehmed di destpêka axaftina xwe de malavaniya serokkomarê berê yê Iraqê Berhem Salih kir ku ew bi fermî vexwend dîdarê.
Îlham der barê mijarên ku di dîdarê de hatin nirxandin de diyar kir ku di dîdarê de bi giranî rewşa heyî ya jeosiyasî û siyaseta heyî, hevsengiyên heyî ya li herêmê û bandora wê li ser welatên wekî Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.
Têkildarî rûniştina taybet bi Sûriyeyê jî Îlham Ehmed anî ziman ku "di dîdarê de teqezî li ser vê yekê hat kirin ku vegera li rewşa beriya 2011’an ne mumkin e. Hinek nêrîn derketin ku banga sîstema nenavendî dikin. Hin din jî sîstema federalî ya ku piraniya sûriyeyan li ser wê lihev kirine, xwestin. Aşkere ye ku sîstema navnedî ya hişk êdî vebijêrkeke mayînde nîn e."
Îlham Ehemd destnîşan kir ku avakirina sîstemeke nenavendî bûye pêwîstiyek û bi bîr xist ku ev sîstem derfetê dide gelê herêmê ku bi xwe xwe bi rêve dibe û tev li sîstema siyasî ya li Sûriyeyê dibe. Her wiha îşaret pêk kir ku ev sîstem ji aliyê Sûriyeyan bi xwe ve hatiye pêşniyarkirin û ev jî girîngiya wê ya mezin nîşan dide.
Îlham Ehmed di dewama axaftina xwe de bal kişand ser modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got, "Ev rêveberî temsîla îradeya siyasî ya pêkhateyên herêmê dike. Jin û pêkhateyên cûda di vê rêveberiyê de îradeya xwe ya siyasî ya hevbeş ava kirine. Lew ra gelek hêz û aliyên siyasî eleqeyê didin vê sîstemê. Her kes dibîne ku divê Sûriye bi awayekî hevbeş were birêvebirin."
Îlham Ehmed hevdîtinên ku wê di navbera dîdarê de ku li gel hêzên siyasî kirine erênî nirxandin.
Her wiha bal kişand ser hewldanên bi armanca yekkirina nêrîna hêz û partiyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê û da zanîn ku axaftinên li ser dîroka lidarxistina konferansa neteweyî tenê texmîn bûn, lê dema wê hîna nehatiye diyarkirin. Îlham Ehmed aşkera kir ku der barê çawaniya lidarxistina konferansê de nêrînên cuda derdikevin, lê li ser piraniya xalan lihevkirinek çêbûye.
Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed hêvî kir ku di demeke nêzîk de konferansa neteweyî ya partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê pêk were û got, ev daxwaz a gel e. Her wiha xwest hêz û partî helwesta xwe bikin yek, komîteyekê ava bikin ku bi desthilata Şamê re mûzakereyan bike da ku mafên Kurdan di destûra nû ya Sûriyeyê de werin mîsogerkirin.