Zimanê Dayikê xeleka berxwedanê û pênaseya heqîqetê ye

  • 09:14 21 Sibat 2018
  • Ji Pênûsa Jinan
Roza Metîna
 
21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê di qada jiyanê de wateyek berfireh vedihewîne. Di heman demê de kêmasî û zextên li ser ziman bi perspektîfek cuda radixîne ber çavan. Ya baş ew e ku mirov vê cudatiyê bibîne û analîza wê rast şîrove bike. 
 
Di çarçovaya şîrovekirina analîzên rast de mînakên berbiçav derdikevin holê û ev yek jî rê li çareseriyê vedike. Ji bo çareseriyên ku siberoja gelan diyar dike jî hêzeke rêxistinkirî hewce ye. Dewlemendiya çand, dîrok û hunera  mirovan nîşaneya hêzeke rêxistinkirî ye. Lê di esasê xwe de hîmê bingeha çand, dîrok û hunerê jî zimanê dayikê ye. Zimanê dayikê xeleka berxwedanê û pênaseya heqîqetê ya herî dîtbar e.  
 
Di heman demê de divê mirov rabirdûya ku nasnameya wan diyar dike rast nîqaş bike. Rabirdûya Kurdan a ku hêjayî nîqaşeke rast, têr û tije ye ligel hemû zext, zordarî, zilm û îşkenceyan heta niha zimanê Kurdî li ser piyan hiştiye. Gelê Kurd ji bo xelaskirina zimanê xwe li hêviya Mesîhekî nemaye, bi çanda dengbêjiyê zimanê xwe di nava stargeha rûmetê de parastiye û aniye heta roja îro. 
 
Belê zimanê Kurdî li her çar parçeyan hîn ji zext û zordariyan rizgar nebûye. Her dem ligel janeke dû dirêj bi êrîşên mezin rû bi rû maye. Her bi êrîşên li ser zimanê dayikê hatiye xwestin ku kirasê tundî û kuştinê li Gelê Kurd bikin. Ji bo ev kirasa neyê lixwekirin gelek têkoşîn û bedel hatine dayin. Neyarên Kurdan bi çavsoriyeke mezin polîtîqayên qirkirinê berdewam dikin. Kesên ku naxwazin Kurd bibin xwedîstatu ji zimanê wan dest pê dike û rabirdûya dewlemend a gelê Kurd înkar dikin û heta ku bêyî pozê wan bişewite dibêjin 'Zimanê Kurdî ne yê şaristaniyê ye'. Lê Rojhilatnasê Navdar Mînorsky dema ku behsa wêjeya Kurdî dike û pesnê wê vedide û dema ku dengbêjên Kurd di her kilameke xwe de rastiya wêjeyeke dewlemend radixîne ber çavan wê demê gotina neyaran jî pûç derdikeve. 
 
Hemû cîhan baş dizane ku dema mijar dibe Kurd û  bişaftina wan hemû kes berjewendiyên xwe esas digirin û rabirdûya Kurdan a ku hêjayî pesindayinê ye înkar dikin. Bi vê yekê girêdayî, hîmê esas ku ziman e bi êrîş û polîqayên qirêj rû bi rû dimîne. Di vir de dîsa peywira herî mezin dikeve ser milê jin û Gelê Kurd ku li zimanê xwe xwedî derkevin. Ziman nîşaneya jêderka jiyana hevpar e. Divê bi taybet Kurd nirxên xwe yên dîrokî û giranbiha bigirin ber çavan û her qada jiyanê bi stran, çîrok, civanok, pêkenok, zûgotinok... ên bi zimanê xwe bixemilînin. 
 
Gotineke Celadet Elî Bedirxan heye. Dibêje ku zimanê mirovan wekî ax û avê ye, divê mirov li ax û ava xwe xwedî derkevin. Di vir de rola herî girîng dikeve ser milê jinan. Divê jin vê gotina Celadet Elî Bedirxan esas bigirin û bi rihê Fatima Îsa, Eyşe Şan, Meryemxan, Mizgînan kela berxwedanê ava bikin û zimanê Kurdî nekin pariyê devê neyaran.