Bang li gelê Qaxizmanê kirin: Îradeya xwe biparêzin

  • 13:33 26 Sibat 2025
  • Rojane
 
QERS - Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz di daxuyaniyê de li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Qaxizmanê axivî û bang li gelê Qaxizmanê kir ku vîna xwe biparêzin. Sumeyye Boz got, “Em ji kevneşopiyeke ku tu carî serî li ber polîtîkayên qeyûman netewandiye û îro jî serî natewînin, hatine. Gava ku navê me bi rûmet di dîrokê de bê nivîsandin, navê wan jî wê bi têkçûyinê bê bibîranîn."
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi armanca şermezarkirina qeyûman li ber şaredariya Qaxizmanê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Parlamenterên DEM Partiyê Sumeyye Boz û Yilmaz Hun û ji navçeyên derdorê gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn û piştgirî dan daxuyaniyê. Di daxuyaniyê de timî dirûşmên "Qeyûm talan e, berxwedan jiyan e" hatin berzkirin.
 
'Ev desteserkirina îradeyê ye û em vê qebûl nakin'
 
Hevseroka navçeya Qersê ya DEM Partiyê Arzû Savaş Derman ku destpêkê di daxuyaniyê de axivî, destnîşan kir ku qeyûm tayînî şaredariyên wan bi awayekî û nehiqûqî kirine û wiha got: “Em ji berê ve baş dizanin ku bi salan berê li şaredariyên me geriyan û ti neheqî û dizî nedîtin. Di hilbijartinên pêş de dengên me gav bi gav zêde bûn. Ji ber ku gelê me dibîne ku kî wan diparêze û li ser sindoqan bersiva xwe dide. Em niha di pêvajoyekê re derbas dibin. Her ku em dibêjin aştî, her hefte qeyûm tayînî şaredariya me tê kirin, lê pirsgirêk bi vî awayî nayên çareserkirin. Gelê me heta hefteyek berê bi rehetî dikaribû biketa şaredariyê, îro gel nikare bikeve şaredariyê. Ev der nayê birêvebirin û li vir bi rayedarên hikûmetê re xizmet nayê kirin. Ev desteserkirina îradeyê ye û em vê qebûl nakin."
 
'Ev gel wê rûmeta xwe biparêze'
 
Piştre Hevşaredara Qaxizmanê Guner Hatay axivî û got, “Em hemû dizanin ku hûn gelek caran werin jî em ê we têk bibin. Hûn nikarin li van kolanan bêyî polîs û parastinê bimeşin. Dê rojekê ev ewrên tarî belav bibin û ev rojên xerab bi dawî bibin. Haya van mirovan ji her tiştî heye. Ev gel wê rûmeta xwe biparêze."
 
'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'
 
Herî dawî Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz jî diyar kir ku hikûmet 3 serdeman e bi polîtîkayên qeyûm hewl dide gel bikişîne ser rêya xwe û got: “Lê li hemberî vê helwesta hikûmetê, gelê Kurd bi berxwedaneke mezin dîroka xwe parast û heta îro çok daneniya. Wê ji niha û pê ve jî bi vî rengî berdewam bike. Bi rojan e em bi xelkê Qaxizmanê re diaxivin û her kes dibêje em ji qeyûm ne razî ne. Ji ber ku haya wan ji van polîtîkayan heye û lewma jî qebûl nakin. Em ê her tim li dijî van polîtîkayên qeyûman li ber xwe bidin. Em ê mafên xwe, pêşeroja xwe, dîroka xwe biparêzin. Yên îradeya gel xesp dikin, hûn ê çawa bi vê bêrûmetiyê di nav van mirovan de bimeşin?"
 
Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.