
Dozger di bedêla polîsên zayenparêz de rojnameger hedef girt
- 10:13 16 Nîsan 2025
- Hiqûq
DÎLOK - Der barê rojnameger Derya Ren de bi îdaya “heqareta” li 4 polîsan îdianame amade kir û danişîna ewil wê di 6’ê Gulanê de bê dîtin. Di îdianameya ku hat amadekirin de dozgeriyê guh neda heqaretên zayendîparêz ên polîsan li endamên malbata Derya Ren kirin û îdanameyek wekî parastina polîsan amade kir.
Nûçegîhana me Derya Ren a ku ji bo nûçeya qetilkirina jinekê ya di 7'ê Çile li navçeya Belqîs a Dîlokê pêk hat çêbike çûbû navçeyê hatibû binçavkirin. Derya Ren a ji aliyê polîsan li ser "gûmanê" hat binçavkirin û ji aliyê polîsan ve heqaret lê hat kirin û çêr li malbata wê hatin kirin. Derya Ren bertek nîşanî van pêkanînan dabû. Derya Ren a ku piştî binçavkirinê li emniyetê îfadeya wê li gel parêzer hat girtin piştre serbest hat berdan.
Piştî serbestberdana Derya Ren, polîsên bi navê Ferhat Aygun, Mehmet Uzunaslan, Mewlûd Sarikaya û Mustafa Pala bi îdiaya “heqaretê” li Serdozgeriya Komarê ya Nîzîpê derbarê Derya Ren de gilî kirin.
Serdozgeriyê biryar betal kir
Serdozgeriyê biryara neşopandinê derbarê Giliyê polîsan ku bi îdaya "Heqaretê" kiribûn de diyar kir ku ji ber kêmasiya delîlan pêwîstî bi dşopandinê tune ye. Piştî vê biryarê polîsan serî li Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nîzîpê da û dadgehê jî bi hinceta ku delîlên têr hatine dîtin biryara neşopandinê betal kir.
Dozgeriyê heqareta li Derya Ren hat kirin nedît
Li ser vê yekê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Nîzîpê ve ji ber sûcê "heqaretê"ya li Polîsan îdianame hat amadekirin. Di îdianameya hat amadekirin de dozgeriyê heqareta li Derya Ren û malbata wê hat kirin ji nedîtî ve hat. Dozgeriya ku Heqareta li Derya Ren hat kirin ji nedîtî ve hat bêyî ku tu delîlên şênber pêşkêş bike got ku dikare derbarê Deryayê de îdaname bê amadekirin.
Îdanameya ku derbarê Deryayê de hat amadekirin ji aliyê 5'emî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nizîpê ve hat qebûlkirin. Dê danişîna yekem a dozê di 6'ê Gulanê de bê lidarxistin.