Nîlufer Koç: Hemû rê derdikevin Îmraliyê

  • 09:06 2 Adar 2025
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE - Berdevka Karê Derve ya KNK’ê Nîlufer Koç derbarê pêngava li Îmraliyê tê meşandin û pêvajoyê de nirxandin kir û got: “Rêber Apo wê projeyên xwe pêşkêş bike, wê heyet biçin û bên, wê komîsyon bên avakirin. Em bawerin Rêber Apo tu car pêlê texteyê şil nake. Ger însiyatîf girtibe wê demê sedemên ku dizane heye. Berê digotin hemû rê derdikevin Romayê, lê ez dibêjim ku hemû rê derdikevin Îmraliyê, diçin Rêber Apo.”
 
Di 10’ê Cotmeha 2023’yan de pêngava ‘Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ hat destpêkirin û hîna didome. Hevdîtinên bi Îmraliyê didomin û banga Abdullah Ocalan hat deklerakirin. Gelê Kurd di azadiya fîzîkî a Abdullah Ocalan de bi israre.
 
Berdevka Karê Derve ya KNK’ê Nîlufer Koç derbarê pêngavê de û pêvajoyê de nirxandin kir. 
 
‘Daxwaza azadiya fîzîkî hat xwestin’
 
Nîlufer Koç balkişand ser mîtînga di çarçoveya pênavê de li Strazburgê pêk hatiye û got: “Strasburg navenda ji doza Rêber Apo berpirse. Hem CPT, hem DMME û hem Jî CPT li wir e. Ji ber vê bi wesîleya 15’ê Sibatê her sal bername li wir pêk tên. Îsal ji dirûşmeya ‘bila tecrîd rabe’ wêdetir daxwaza azadiya fîzîkî hat kirin. Coş û kelecanek mezin bû. 26 sale hiqûq ceza ya Îmraliyê xwe dispart sedemên siyasî. Tu rewabûna wê tunebû. Bi awayekî dijhiqûqî li wir hat girtin. Biryarek Komîteya Wezîran a der barê mafê hêviyê de hebû. Bala xwe bidinê Bahçelî di axaftina xwe ya 22’yê cotmehê de Mafê hêviyê îfade kir. Bêguman ev encama têkoşînek mezin de hat gotin.”
 
‘Divê îcar daxwaz bên cih’
 
Nîlufer Koç her wiha bangên ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan jî bibîr xist û wiha domand: “Kampnaya di 10’ê cotmeha 2023’yan de li Strasburgê hat dayîn girîng bû. Hem li qada netewî hem li ya navneteweyî bandorek mezin kir. Dostên me ev peyam dan ‘Em girtina lîderekî wisa mezin qebûl nakin’. Kurdan jî got ‘em girtina rêberê xwe qebûl nakin’. Yên tevli kampanyayan bûn gotin Abdullah Ocalan dikare aştiyê bîne. Niha di vê astê de pêvajoyek nû tê jiyîn. Pêvajoya Oslo hat jiyîn. Ji 2007’an heta dawiya 2012’yan. Ji Kanûna 2012’yan heta Nîsana 2015’an pêvajoyek Îmraliyê pêk hat. Daxwaza Gelê Kurd ev bû; Dema nîqaşkirina aştiyê muxatab nikare girtî bimîne. Wê bi kê re muzakere bê kirin? Li gorî daxwaza dewletê heyet, parêzer diçûn Îmraliyê. Li gorî daxwaza dewletê bi kêfî dihat kirin. Ev nayê qebûlkirin. Di pêvajoya Osloyê de jî ev daxwaz nehatin cih. Di pêvajoya Îmraliyê de jî ev nehatin cih. Lê cara sêyemîn de divê daxwaz bên cih.”
 
‘Azadiya Abdullah Ocalan çareseriya pirsgirêka Kurd e’
 
Nîlufer Koç da zanîn ku azadiya Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêka Kurd çareseriye û wiha vegot: “Azadiya Abdullah Ocalan çareseriya pirsgirêka Kurd e. Yanî dema ku çareseriya pirsgirêka Kurd bi azadiya Abdullah Ocalan ve bê girêdan, divê hewldanek xurtir bê kirin. Ev yek li Osloyê çênebû, nikarîbû bibe. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk nehat. Di pêvajoya Îmraliyê ya 2013-2015’an de ev yek pêk nehat, lê divê ev cara sêyemîn ji şansê xwe re neyê hiştin. Kes çi bêje bila bibe eksena kampanyayê ya sereke. Ez wisa difikirim. Di vê çarçoveyê de piştî çend hefteyan wê konferanseke mezin a şebekeyên ku vê kampanya û tevgerê li dar dixin pêk were. Konferansa du rojan wê li Ewropayê bê lidarxistin. Tevgerên ku heta niha hatine kirin, pirsgirêkên ku derketine holê, encamên wê bên parvekirin. Encam hebûn, bi rehetî dikarim vê bêjim; Vê gavê di Îlona sala borî de dema ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê biryara DMME ya ku di sala 2014'an de di rojeva xwe de bû deh sal şûnde xist rojeva xwe, bandoreke girîng kir. Ya duyemîn jî, vê gavê binesaziya vê pêvajoyê amade kir."
 
‘Yekane hêza çarseriya Abdullah Ocalan e’
 
Nîlufer Koç di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Abdullah Ocalan yekane hêza çareseriyê ye. Her kes vê dizane. Hemû kes dibêjin ‘Ji bo pêşerojê ji bo azadî û hêviyê kekî girîng e, ji bo azadiya cîhanê girîng e, feylozofekî stratejîste, îdeolog e. Hewcedariya me heye divê bê berdan’. Bandora ku pêngavê afirand cihdî hat girtin. Devlet Bahçelî axaftina xwe de dema balkişand ser mafê hêviyê ev got. Ev deng heta wî çûye.”
 
‘Divê em hemû xwe rexne bikin’
 
Nîlufer Koç balkişand ser sê hevdîtinên ku bi Abdullah Ocalan re hatine kirin û ev tişt bi lêv kir: Ezmûnên me hene. Dema ku em bi çavê îroyîn li wê serdemê dinêrin, ev encam derdikeve holê. Ji ber vê yekê, dewletê ji destpêkê ve bi nêzîkatiya xwe ya li ser Rêbertî, ango rehîngirtina li wir nexwest pirsgirêka Kurd çareser bike. Di vî warî de divê hebûna Îmraliyê û dîlgirtina Rêber Apo bê pirsîn. Bi rastî dilpakiyek heye? Bi rastî ji aliyê dewletê ve cidiyet heye? Ji ber ku hûn dev jê bernadin çima evqas dirêj derbas bû ku peyam hat şandin? Helbet ev peyam dê heyecaneke mezin li Kurdistanê çêbike, lê divê em bi van hemûyan re rewşa rastî ji bîr nekin. Xwedî û mîmarê projeya ku hêviyê dide me, kelecanê diafirîne û her kes li hêviya wê ye Rêber Apo ye. Îcar çawa dikare wijdanê me rehet be? Divê em çavên xwe ji cezakirina kesên ku hêviyê didin me negirin. Ez difikirim ku pejirandina wê bi vî rengî nêzîkatiyek pir xweperest e. Divê em dev ji vê berdin. Ji xwe rexnekirinê; Erê, Tevgera Kurd di vê mijarê de rastî têkoşîneke cidî hat, lê di warê civakî de jî diviyabû em di vê mijarê de israrek mezin bibûna: 'Rêberê me ji wir derxînin.' Di vê noqteyê de em hemû xwe rexne dikin.”
 
‘Rêber Apo çi bêje ser serê me ye’
 
Nîlufer Koç diyar kir ku divê dîsa nekevin heman şaşiyê û wiha dirêjî dayê: “Rêber Apo çi bêje li ser serê me ye. Helbet her tiştê ku ew dibêje erkek welatparêzî ye ku divê her yek ji me bi cih bîne û ev jî ji ber baweriya me bi aştiyê ye. Û em ê bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin aştiyê, di wê baweriyê de ne ku ev pêkan e û her pêngava Rêber Apo wê ber bi siberojeke saxlem ve biçe, lê rewşa sereke ew e ku her tişt li Îmraliyê ye, ku siya xwe dide der. Pêdivî ye ku ew ji wir derkeve. Wê demê ev dewlet wê bi rastî jî ceribandina cidiyetê derbas bike. Di vî warî de tevger di qonaxa xwe ya duyemîn de hîn girîngtir dibe. Rêber Apo wê projeyên xwe pêşkêş bike, heyet bên û biçin, komîsyon bên avakirin, wê gelek tişt biqewimin. Ji ber ku Rêber Apo tu carî gavê li ser sifrê şil nake, em ji vê piştrast in. Dema însiyatîfê digre, sedemên xwe dizane li ser nexşeya xwe analîzên pir cidî dike. Ew îro jî heye, nexşeya rê ya ku wî di 2009 de nivîsand. Em bi van hemûyan bawer dikin, lê ya din jî rastiya ku em qebûl nakin. Sedema bingehîn a pêngavê ew e ku Rêber Apo di nava şert û mercên azad de siyasetê bike.” 
 
‘Tirkiye neçar ma biçe Îmraliyê’
 
Nîlufer Koç hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re nirxand û diyar kir ku hevdîtina heyetê ya bi YNK û PDK’ê re jî girîng dibîne û anî ziman ku dema Abdullah Ocalan bi armanca destkeftiyekê gavê bavêje dixwaze hemû kes bidest bixin. Nîlufer Koç wiha anî ziman: “Dewleta Tirk herî dawî neçar ma ku biçe Îmraliyê. Heman tişt ji bo Hewlerê, muxatabê pirsgirêka Kurd, ji bo Rojhilat jî wisa ye, ji bo Qamişlo û Amedê jî wisa ye. Rêber Apo. Di vê demê de, divê her kes vê yekê bibîne. Heger niha hêzên navneteweyî bibêjin, “Weleh me her tişt kir, me piştgirî da dewleta Tirk”. Lê ew dîsa jî di dawiyê de bi ser ket, "rast? Dewleta Tirk ev şer bi tenê nekiriye. Ji ber vê yekê em hatin dawiya rê. Û her kes vê yekê dibîne. Ji ber ku eger mijar Îran bê, Rêber Apo û xeta wî dîsa li wir roleke girîng bilîzin. Li Rojhilat felsefeya Rêber Apo ya “Jin jiyan azadî” Îran hejand, xeta Başûr hejand. Di heman demê de hişt ku gel bicivin û tevgerên şoreşger cara yekem li hev bicivin. Jin hatin teşwîqkirin. Niha ev rastî jî heye. Ji ber vê yekê dema Îran were rojevê, wê dîsa xeta Rêber Apo diyarker be. Ji ber vê yekê mirov çawa lê binêre, berê navê hemû rêyan Roma bû, ez dibêjim Îmraliye, Rêber Apo ye.”
 
‘Dema sekeftinêye û wê her kes biserkeve’
 
Nîlufer Koç di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Niha dema serketinê ye. Û ev serkeftin dê bi kêrî her kesî bê. Ji ber vê yekê divê her kesê ku bi vê yekê bawer dike destekê bide û di vê xalê de divê Başûr di stratejiyê de guhertinekê pêk bîne. Min di peyamên dayîn de ev fêm kir. Ji ber ku wan çi kir, lê tiştek nema. Dîsa li dora xwe geriya û her tişt çû Îmraliyê. Di vî warî de ez bi hêvî me. Em ê di rojên pêş de li ser vî esasî atolyeyên neteweyî li dar bixin. Em ê li ser vê bingehê berpirsyariyê bi bîr bînin. Em weke KNK’ê hem ji bo Rojava, hem ji bo Başûr û hem jî ji bo Rojhilatê Kurdistanê amadekariya xebatan dikin û em ê balê bikişînin ser rola Rêber Apo ya di çareseriya pirsgirêka Kurd de û bi bîr bînin ku têkoşîna ji bo azadiya xwe erkek neteweyî ye.”