Rêveberiya Xweser roja 8’ê Adarê kir betlaneya fermî

  • 12:42 6 Adar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja şemiyê 8'ê Adarê kir betlaneya fermî.
 
Hevserokatiya Meclîsa Rêvebir a Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê biryarnameyek ragihand.
 
Di biryarnameyê de wiha hat gotin: "Ji bilî saziyên ku pêdiviya wan bi karê rojane heye, tevahî daîre û saziyên fermî yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja Şemiyê 8’ê Adarê dikin betlane."