
Şaredariya Mûşê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ava kir
- 14:22 6 Adar 2025
- Rojane
MÛŞ - Şaredariya Mûşê di bin rêveberiya DEM Partiyê de Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ava kir.
Şaredariya Mûşê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de, di çarçoveya xebatên şaredariyê yên bi pêşengiya jinan de, li bajêr pêngaveke nû pêş xist. Şaredariyê bi armanca piştgirîkirina mafên jiyana wekhev a jinan, zêdekirina hêza jinê ya di civakê de û pêşkêşkirina xizmetên bi derfetên wekhev ji jinan re Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ava kir.