Li gelek bajaran çalakî: Xwendekaran serbest berdin

  • 21:48 11 Nîsan 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo xwendekarên zanîngehê yên girtî bên berdan li gelek bajarna çalakî pêk hatin û hat xwestin ku hewldanên çewisandina xwendekaran bidawî bin.
 
Ji bo xwendekarên zanîngehên yên di protestoyên qeyûman de hatine girtin bên berdan lig elek bajaran çalakî û meş pêk hatin.
 
Îzmîr
 
Platforma Şaxa KESK a Îzmîrê li ber avahiya OSM ya Alsancakê hatin gel hev û berbi navenda Çanda Turkan Saylan ve meşiyan. Xwendekaran dirûşmeyên ‘Em bêdeng namînin, natirsîn û serî natewînin’ berzkirin. 
 
Berdevkê Demî yê KESK’ê Savaş Candemîr daxuyanî xwend û da zanîn ku bedel çi dibe bila bibe wê ligel xwendekar, ciwan û zarokên xwe bin û daxwaz kir ku hemû xwendekarên girtî bên berdan.
Partiyên siyasî yên li Îzmîrê jî li qada Gundogdu ya Konakê hatin gel hev û daxuyayniyek dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew li dijî faşîzmê li gel hevin.
 
Dîlok
 
Platforma KESK’ê ya Dîlokê jî li Qada Balikli ya navçeya Şahînbey daxuyaniyek dan. Rêxistinên DEM Partî, DBP’ê yên Dîlokê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê û gelek welatî tevli bûn.
Di daxuyaniyê de  hat diyarkirin ku divê xwendekarên hatine girtin demildest bên berdan.
 
Daxuyanî bi dirûşmeya ‘maf hiqûq edalet’ bidawî bû.
 
Eskîşehîr
 
Platforma Şaxa KESK a Eskîşehîrê jî ji Koprubaşi heta Abîdeya Ulus meşiyan. Li ser navê girseyê Emre Înseloz daxuyanî xwend û da zanîn ku  divê xwendekar bên berdan.