
Li girtîgehan pêkanînên kêfî di dewrê de ne
- 09:02 12 Nîsan 2025
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya
AMED - Parêzer Esra Saçaklidir der barê binpêkirinên mafan yên li girtîgehan de axivî û da zanîn ku girtî bi binpêkirinên fîzîkî û psîkolojîk re tên rû hev,bi pêkanînên kêfî mafên jiyanê yên sereke tên astengkirin.
Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirinên mafan didomin û pirsgirêk her diçin zêde dibin. Binpêkirinên mafan yên bi OHAL a 2016’an zêde bûn, malbat û girtiyan mexdur dikin.
Parêzer Esra Saçaklidir der barê binpêkirinên dijdemokratîk yên li girtîgehan axivî.
Esra Saçaklidir da zanîn ku sedema binpêkirinan kêmasiya mekanîzmayên darazê û polîtîkayên bêcezahiştinê ne û wih agot: "Mekanîzmayên kontrolê yên darazê dibin sedema pêkanînên kêfî. Encama van sedeman de hevdîtinên parêzeran tên sînorkirin, têkiliyên bi malbatê re tên astengkirin. Ji ber vê jî pisgisrêk didomin. Girtiyên tahliyeya wan hatine bi biryarên lijneyan tên astengkirin.”
Esra Saçaklidir destnîşan kir ku li girtîgehan bi taybet lêgerîna tazî tê kirin û ev jî li dijî rumetê ye û got: “Ev rêgazeke li dijî rumetê ye. Rewşa girtiyên jin hîn girantire. Ev pêkanînên li girtîgehan li dijî rumeta mirovane. Lêgerînên bi israr tên kirin bi armanca cezakirinê ye.”
‘Armanc îzolekirin e’
Esra Saçaklidir di berdewamiyê de ev nirxandin kir: “Armanca girtîgehên ji derveyê bajaran di şertên nebaş de hatine avakirin îzolekirina girtiyan e. Armanca wan ev e ku girtiyan di bin kontrolê de bihêlin. Ev girtîgehên nû dibin sedema pirsgirêkên fîzîkî û psîkolojîk. Rewş her diçe zehmet dibe. Mafên herî sereke yên girtiyan tên astengkirin. Girtî ji mafên herî esas bêpar tên hiştin. Nikarin xwe bigihînin mafê tenduristiyê, perwerde û civakî. Hevdîtinên bi parêzer û malbatan re tên atengkirin.”
‘Divê mekanîzmayên serbixwe bên avakirin’
Esra Saçaklidir balkişand ser çareseriya pirsgirêkên li girtîgehan û wiha domand: “Li girtîgehan pirsgirêka kontrolê heye. Divê mekanîzmayek serbixwe biçe girtîgehan kontrolê bike û tespîtan bi rayagiştî re parve bike. Divê mafê hevdîtinên parêzeran yên girtiyan re neyên astengkirin. Ji bo xebatkarên girtîgehan divê perwerde bên dayîn. Divê Ji bilî vê divê STK bi girityan re bi rêk û pêk hevdîtinan bikin, raporan amade bikin û bi rayagiştî re parve bikin.”