Di doza Narîn Guran de giliyê serokê dadgehê hat kirin

  • 14:13 18 Nîsan 2025
  • Hiqûq
 
AMED - Di doza Narîn Guran de parêzerên faîlan giliyê serokê dadgehê li HSK'ê kirin. Di daxwaznameya giliyê de daxwaza tevlîbûna UCIM'ê bû hedef û wekî "komeleya bêleqe" hat nîşandan. 
 
Li Çûliya Rezana Amedê di 21'ê Tebaxa 2024'an de Narîn Guran a 8 salî winda bû û di 8'ê Îlonê de cenazeyê wê hat dîtin. Apê Narînê Salim Guran, birayê wê Enes Guran û dayika wê Yuksel Guran ji ber sûcê "Kuştina bi zaneyî ya zarokekê" cezayê muebbetê li wan hat birîn. Nevzat Bahtiyar jî ji ber sûcê windakirina delîlan 4 sal û 6 meh ceza lê hat birîn. 
 
Di doza Narîn Guran de parêzerên faîlan giliyê serokê dadgehê li HSK'ê kirin. Di daxwaznameya giliyê de daxwaza tevlîbûna UCIM'ê bû hedef û wekî "komeleya bêleqe" hat nîşandan.