Konferansa ‘ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ dest pê kir

  • 19:58 11 Nîsan 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Roma ya Îtalyayê, 'Konferansa Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re ya Navneteweyî' îro destpê kir. Banga Rêbeê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di 27’ê Sibatê de mohra xwe li vekirina konferansê da.
 
Konferansa Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re ya Navneteweyî ku li paytexta Roma ya Îtalyayê tê lidarxistin, destpê kir. Konferansa ku Konfederasyona Karkeran a Îtalyayê (CGIL) malovaniyê jê re dike û wê du rojan bidome, li Navenda Kongre ya Fretanî tê lidarxistin. Ji welatên cuda zêdeyî 300 kesên ku piştevaniya pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re' dikin, beşdar bûn.
 
Beriya konferansê muzîk û performansekî li ser fikrên Abdullah Ocalan hate pêşkêşkirin. Vekirina konferansê ji Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê Yilmaz Orkam û Serokê Têkiliyên Navneteweyî ya Sendîkaya CGIL a Îtalyayê Salvatore Marra kirin.
 
Ewilî Yilmaz Orkam mafê axaftinê girt û spasiya CGIL ku malovaniyê dike, Şaredariya Romayê û beşdaran kir. Yilmaz Orkan balkişand ser girîngiya pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re' kir û destnîşan kir ku bi berxwedana Abdullah Ocalan ya li Îmraliyê û kampanyaya navneteweyî re geşedanên nû çêbûne. 
 
‘Em ê parastina demokrasiyê bidomînin’
 
Piştre Salvatore Marra axivî û bal kişand ser parastina demokrasiyê li Îtalya, Ewropa û seranserê cîhanê ji aliyê sendîkayan ve û got ku ji bo xurtkirina otokrasî û dîktatoriyan qanûnên nû tên derxistin. Salvatore Marra bi bîr xist ku ew 80’emîn salvegera rizgarbûna ji faşîzmê li Îtalyayê pîroz dikin û got ku divê têkoşîn were mezinkirin. Salvatore Marra destnîşan kir ku ew ê parastina demokrasiyê bidomînin û wiha got: “Wê çalakî û têkoşîna me bidome. Ji bo parastina demokrasiyê divê em di refaranduma ku wê 9’ê Hezîranê were lidarxistin de bi awayekî xurt dengê xwe bikarbînin. Em yek ji sendikayên herî mezin ên cîhanê ne û di rojên derbasbûyî de rastgirên tund êrîşî navenda giştî ya sendîkaya me kirin.Rastgirên tund xebatkarên kolektîf yên wekî me û we, wekî dijminê xwe dibînin. Em ê bi berdewamî mirovan bînin gel hev. Em ê ji bo dozên bi rûmet ên wekî doza Kurd mirovan bînin ba hev. Em bawerî bi piraniyê tînin. Em ji bo pirsgirêka Kurd çareseriyekî siyasî digerin. Îro zarok bi bombeyan tên kuştin û em ji bo vê çareseriya siyasî dixwazin.”
 
‘Xelata Aştiyê ya Nobelê bidin Ocalan’
 
Piştre li ser navê Şaredariya Romayê endamê Meclisa Şaredariya Romayê Massimiliano Smerigilio diyar kir ku bi salane piştgiriya wan a ji bo Kurdistanê didome. Smergilio da zanîn ku Abdullah Ocalan paradîgmayeke nû afirandiye û got:"Ocalan li dijî nîjadperestî û yekperestiyê paradîgmayeke girîng pêş xistiye. Paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk hemû gelan, jinan û bindestan diparêze. Emerîka behsa azadiyê dike, lê li wir demokrasiyê tune ye. Lê Ocalan dibêje hem demokrasî û azadî ev jî gelekî girîng e. Tevgera azadiyê û Ocalan nêzîkatiyeke nû ya siyasî  pêşkêş dikin û behsa avakirina demokrasiyê dikin. Ev bang gelekî girîng e û ez hêvî dikim ku ev bangewazî were bersivandin. Li gorî min divê Xelata Aştiyê ya Nobelê bidin Ocalan.”
 
‘Ji bo aştiyê divê serbest bê berdan’
 
Prof. Kariane Westerheim li ser navê xelatgirên Xelata Aştiyê ya Nobelê yên ku piştgirî dan kampanyayê peyamek parve kir û wiha vegot: “JI ber îro li vir im serbilind im. Kampanyaya ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî bandorek mezin kir. Bi çalakiyên hatin lidarxistin û zextên civakî kêm be jî tecrîda li Îmraliyê şikand û Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bangeke dîrokî kir. Em hêvî dikin ku ev pêvajoya aşitiyê bidome û pirsgirêka Kurd  bê çareserkirin. Xelatgirên Xelata Aştiyê ya Nobelê piştgiriya xwe ya ji bo bangê ragihandin. Jody Williams li Parlamentoya Ewroapyê piştgiriya xwe ragihand. Em careke din dibêjin divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Divê ev bang bê bersivandin. Bangda berdana çekan hate kirin. Xwest ku fesihkirina PKK’ê bê nîqaşkirin. Di bangê de behsa xwişk û biratiya gelên Kurd û Tirkan û îradeya jiyana hevpar hate kirin. Em weke  xelatgirên Xelata Aştiyê ya Nobelê, piştgiriyê didin vê bang û perspektîfê. Divê Birêz Abdullah Ocalan serbest bê berdan. Ji bo misogerkirina aştiyê divê rola xwe bilîze."
 
‘Divê kampanya bê mezinkirin’
 
Ji sendîkaya UNITE’yê ya Îngilistanê Sîmon Dubbins bi wêneyê Abdullah Ocalan derket ser dikê û diyar kir ku ji ber beşdarî vê konferansê bûye serbilind e û wiha domand: "Ev pêvajo gelekî hesas e. Pêwîste em vê kampanyayê bidomînin. Heta ku em azadiya Abdullah Ocalan pêk bînin divê ev têkoşîn bidome. Kampanyaya me ya li Brîtanyayê didome."
Ji berdevkên kampanyayê Zubeyde Zumrut ji ber piştgiriya kampanyayê spasiya her kesî kir. Zubeyde Zumrut encamên kampanyayê nirxand û destnîşan kir ku divê têkoşîna ji bo banga Rêber Apo mezin bibe û bidome.
 
Piştre ji IPPNW-Elmanyayê Dr. Gisela Penteker û ji MIGRANTE’yê Fayher Arîs moderatoriya panela yekem girtin ser xwe.