
‘Hawira aştiyê jiyana her kesî wê hêsan bike’
- 09:03 12 Nîsan 2025
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL - Jinan diyar kirin ku divê pêvajo erênî bi encam bibe û wiha gotin: “Em ligel daxwaza wkehevî û demokrasiyê ya gelê Kurd in. Pêkanîna daxwazên Gelê Kurd wê jiyana civakê hêsan bike. Demokrasî û aştî wê peşiya hemû kesî vebike.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bi hevkariya heyeta Îmraliyê banga "Aştî û Civaka demokratîk" kir. Piştî bangê bi pêşengiya meclîsa jinan a DEM Partiyê hem li Kurdistan hem li Tirkiyeyê "hevdîtinên jinan yên avakirina aştî û civaka demokratîk" pêk hatin. Di serî de jinan hemû aliyan daxwaz kirin ku dewlet demildest gava şênber bavêje.
Jinên der barê "Aştî û civaka demokrtîk" de axivîn û diyar kirin ku hawira aştiyê ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelan girînge.
Nûnera Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) Esîn Îzel Uysal da zanîn ku li Tirkiyeyê bi salane li hember Kurdan newekhevî heye û got: “Ger îro em behsa civakek demokratîk bikin divê her kes ji heman mafan fêdeyê bigirin wekhev bin. Gelê Kurd bi newekheviyan re tê rû hev û mafê hilbijartinê jî ji dest tê girtin. Wê demê em nikarin bêjin jin jî azadin. Karker, kedkar, ciwan jî ne azadin. Ji xwe em bandora vê bi aşkera dibînin. Demek dirêje qeyûman tayînê şaredariyên gelê Kurd dikin. îro tayînê şardariya Stenbolê jî kirin. Em di pêvajoyek wisa de derbas dibin. Ji ber vê jî gava aştî û demokratîkbûnê wê pêşiya her kesî vebike. Di de peywir dikeve ser milê hemû kesî.”
‘Em ê bi tecrubeyên xwe civaka demokratîk ava bikin’
Esîn Îzel Uysal wiha nirxandin xwe domand: “Jin bi sedsalane ji bo mafê jiyanê têdikoşin. Newekheviya zayenda civakî wisa girane ku mafên jiyana jinan jî nayê nasîn. Mêr bi wêrekiyek mezin jinan dikujin. Tiştên jin dijîn girêdayê pirsgirêka demokrasiyê ye. Di vê mijarê de tecrubeyek me ya mezin heye. Tevgera jinan a Kurd û Tirk bi salane bi hev re ne û xwedî tecrube ne.Jin divê bi pirsgirêka gelê Kurd re têkiliyê deynin.Divê bi prisgirêka ciwanan re têkiliyê deynin. Dema tecrube bibin yek dikare civakek demokratîk bê avakirin. Hewcedariya me heye ku em bên gel hev. Gelek girînge ku mecelîsa jinan a DEM partiyê bi rêxistin û platformên jinan re têkiliyan deynin. Divê em bibin parçeyek têkoşînê. Ez bnag li hemû jinan dikim ku bibin parçeyeke têkoşînê û bêdeng nemînin.”
‘Hawêra aştiyê wê jiyana her kesî hêsan bike’
Femînîst Fîrdevs Hoşer daxuyairin û got li welat 40 sal temenê xwe bi daxwaza aştiyê derbas kiriye û wiha dewam kir: “Ez ligel daxwaza wekhevî, demokratîk û aştiyê ya gelê Kurdim. Divê daxwazên gelê Kurd bên cih. Pêkhatina van daxwazan wÊ jiyana min jî hêsan bike. Pêkhatina aştiyê wê jiyana min jî hêsan bike.Ji bo pêvajo aştîyane bibe û mayînde bibe hevdîtinên bi jinan re girîngin. Hêvîdarim ev pêvajoya hatiye destpêkirin vê carê encam bibe.”