Ji 800 hezar nexweşên demansê ji sê kesan du kes Alzheîmer in
- 09:04 7 Hezîran 2023
- Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara nexweşên Alzheîmer ku ji sedî 50-70’ê nexweşên demansê pêk tê, her diçin zêde dibin. Pispor diyar dikin ku li Tirkiyeyê nêzî 800 hezar nexweşên demansê hene û ji van ji sê kesan du kes Alzheîmer in.
Nexweşiya Alzheîmer di encama windabûna hucreyên mejî de, qelsbûna hiş, axaftin, hesabkirin, fêmkirin, darizandin û çareserkirina pirsgirêkan dertê holê û nexweşiya demansê sedema vê nexweşiyê tê dîtin. Pispor Dr. Ebru Parlayan bi wesîleya Meha Hişmendiya Alzheîmerê der barê nexweşiyê de axivî û da zanîn ku derketina nexweşiya Alzheîmer li Tirkiyeyê wek welatên rojava ne. Tê texmînkirin ku di ser temenê 70’ê de dîtina nexweşiya Alzheîmer ji sedî 11 ye û nêzî 800 hezar nexweşên demansê li Tirkiyeyê hene û ji van ji sê kesan du kes nexweşên Alzheîmerê ne.
Li gorî rapora Komeleya Nexweşiya Alzheîmer a Navneteweyî, di 2018’an de li cîhanê nêzî 50 mîlyon nexweşên demansê hene û ger ku pêşî li vê neyê girtin wê di 2030’yî de ev bibe 82 mîyon, di 2050’î de jî wê bibe 152 mîlyon. Ji 100’î zêdetir nexweşî yên sedema Demansê ne hene.
‘Di faliyetên jiyanê de xerabûn çêdibin’
Ebruyê da zanîn ku nexweşiya Alzheîmer di 1906’an de yekem car ji aliyê Aloîs Alzheîmer ve hatiye tespîtkirin û ji sedî 50-70’ê nexweşên demansê vê Alzheîmerê ava dike. Ebruyê wiha vegot: “Ji ber vê demans tê gotin Alzheîmer tê hişê mirovan. Nexweşiya Alzheîmer di mejî de dibe sedema mirina hucreyên mejî yên protetoîn û plakên pataolojîk. Ji ber mirinên van hucreyên mejî xerabûnên faliyetên jiyanê dertê holê.”
Ji sê kesan du heb Alzheîmer in
Ebruyê da zanîn ji sê kesan du heb Alzheîmer in û wiha dirêjî dayê: “Nexweşiya Alzheîmer di 60 salî de ji sedî yek e û her 5 salan carê du qat dibe. Bi pêşketina temen rîsk zêde dibe. Di 65’an de ji sedî 2, di 70 salî de ji sedî 4, di 75’an de ji sedî 8, di 80’ê de ji sedî 16, di 85’an de ji sedî 30, di 90-95’an de jî ji sedî 40 tê dîtin. Li gorî Komeleya Nexweşiya Alzheîmer a Navneteweyî di 2018’an de li cîhanê ji 50 mîlyon nexweşên demansê hene. Tê gotin pêşî lê neyê girtin wê di 2030’yî de bibe 83 mîlyon û di 250’an de jî bibe 152 mîlyon. Tê texmînkirin ku di ser temenê 70’ê de dîtina nexwşeiya Alzheîmer ji sedî 11 ye û nêzî 800 hezar nexweşên demansê li Tirkiyeyê hene û ji van ji sê kesan du kes nexweşên Alzheîmerê ne.
Faktrorên rîskê?
Ebruyê ev tişt vegot: “Rîska nexweşiyê bi pîrbûnê kalbûnê pêş dikeve. Ger di malbatê de nexweşî hebe ev rîsk 2-4 qat zêde dibe. Asta perwerdeya kêm jî rîskê zêde dike. Yên xwedî sendroma down zêdetir di bin rîskê de ne. Bi jinan re rîsk zêdetir e. Piştî menepozê hormona östrojenê kêm dibe. Ev jî rîskê zêde dike. Dermankirinek bi bandor a vê nexweşiyê ji holê rabike an jî bide sekinandin hîna tune ye. Bi dermankirinên heyî jî tê armanckirin ku pêvajoya nexweşiyê sivik bikin. Li ser rêbazên dermanikirinê xebat didomin. Divê xizmên nexweşan di vê mijarê de bên perwerdekirin. Ji bo ji travmayên manewî û fîzîkî bên parastin divê bên perwerdekirin.”
Ji bo kêmkirina rîskan pêşniyar
Ebruyê der barê kêmkirina rîska demansê de ev pêşniyar rêz kir: “Divê şekir, tansiyon, bikaranîna karbonhidrat, kilo bên kontrolkirin. Xwedîbûnek bi tendurist û hevseng bê kirin. Piştî menepozê jin dermankirina hormo reslasman bibin, nexweşiyên xewê bên dremanikrin. Pêşî li depresyonê bê girtin. Ji stresê xwe dûr bigirin. Jiyana xwe çalak bikin. Vîtamînên D, B, Folîk Asît, Çînko, magnezyum, îyot baş bê girtin.”