Dijberbûna aşiyê zêde dibin, wezaret bêdenge, bûyer zêde dibin

  • 09:03 28 Tîrmeh 2023
  • Tenduristî/Werzîş
Habîbe Eren 
 
BURSA - Ji ber redkîrîna aşiyê nexweşî zêde dibin û di demên dawî de malbat girtina xwîna paniyê red dikin. Sekretera Baskê Hekîmtiya Malbatê ya TTB’ê Dr. Sîbel Uyan, diyar kir ku  yek ji sedemên vê ev e ku desthilatdarî ji bo kêfxweşiya cemaet û tarîkatan polîtîkayên tenduristiyê pêş dixwe û li bernameyên xwe xwedî dernayê.
 
Di 2019’an de li Tirkiyeyê covîd-19 rû da û piştî vê redkirin aşiyê zêde bû. Piştî nexweşiyan bi taybet redkirina aştiyan dîsa tê rojevê. Li Tirkiyeyê nexweşiyên wek sorikan, piştî pandemiya kovîdê bi propaganda aşiyê re zêde bûn. Herî dawî li Stenbolê du zarok ji ber sorikan jiyana xwe ji dest dan.
 
Ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (DSO) ve aşî yek ji mudaxaleya herî bi bandor a pêşîgirtina li nexweşiyan tê qebûlkirin. Li Tiriyeyê jî di bernama aşiyê de ji bo zarokên nû tên dinê û ji bo zarokan aşiyên wekê hepatît, hepatît A, BCG, 5 heb tevlihev, felca zarokan, sorik, binguhkî û mîrkutok (sûçîçeyî) tên kirin. Li gorî daneyan li Tirkiyeyê di 2017’an de 23 hezar zêdetir malbatî aşî red kirine. Sala borî jî nêzî hezar malbatî testa xwîna paniyê red kirine.
 
Sekretera Baskê Hekîmtiya Malbatê ya Yekitiya Tabîbên Tirk ( TTB) Dr. Sîbel Uyan, polîtîkayên hikûmetê nirxand.
 
‘Reda aşiyê bi awayekî cidî zêde bû’
 
Sîbelê da zanîn ku wek Hekîmtiya Malbatê ya TTB’ê civînên berfireh pêk anîne û got: “Em bi hekîmên malbatê yên ji her çar alî Tirkiyeyê re di têkiliyê de ne. Redkirina  aşiyan her tim di rojevê de ye. Salên dawî de ev zêde bûye. Em çiqas ji zanistê dur bikevin em ewqas tenduristiya xwe winda dikin. Mixabin desthilatdariya heyî û rêveberî, her tim zanistê didin aliyekî û ji bo berjewendiyên xwe rê didin ber tenduristiyê. Qda tendirûstiyê veguhertine qada bazirganiyê.”
 
‘Ev qas bi rehetî bikaranîn’
 
Sîbelê ev tişt anî ziman: “ Dema kovîdê de li ser gotinên ‘ garantiya aşiyan tune ye’ bala mirovan çû ser vê nokteyê. Di pêvajoya kovîdê de em hatin tengezarkirin, pelçiqansin. Ji bo em van pirsgirêkên xwe bînin ziman me daxuyanî û çalakî pêk dianîn lê em dihatin astengkirin. Lê kesên dijberê aşiyan ev qad bi rehetî bi kar anîn. Propagandayên xwe bi rehetî kirin.”
 
‘Bi zimanê hikûmetê piştgirî tê dayîn’
 
Sîbelê di berdewamiyê de wiha vegot: “Ligel dijberbûna aşiyê dijberbûna girtina xwîna paniyê jî zêde bûye. Dema pandemiyê de kesekî bigotina maske bê kalîte ne der barê wan de lêpirsîn dihatin destpêkirin. Lê kesekî din li dijî girtina xwîna paniyê dijberbûnê dimeşîne. Yek derdikeve der barê vê de agahiyên derveyê zanistê, tahrîkar bi kar tîne. Lê tu tiştek nayê kirin. Daxuyaniyên ku piştgiriyê didin tên kirin.Bi zimanê hikûmetê piştgirî tê dayîn.”
 
'Li herêmê erdhêjê xeterî heye'
 
Sîbelê wiha dirêjî dayê: “Mînak malbatek heye 5 zarokên wan hene ya dawî de dibêjin em xwîna paniyê nadin. Di ya pêncan de dibêje ez bawer nakim. Em yek bi yek vê vedibêjin. Lê dibêjin na ez êdî nakim. Bi hincetên wekê ‘min di rojnameyê de xwendiye genên me didin derveyê welat’ naxwazin bikin. Em dibêjin hun bi hikûmet û wezaretê bawer nakin? Dema em dibêjin disekinin. Divê hikûmet û wezaret xwedî li bername û polîtîkayên xwe derkeve. Divê bêjin ku ‘em vê didin kirin’. Ji ber dijberbûna aşiyan bi taybet bi zarokan re nexweşiya sorikan pir zêde bûye. Hejmara ku wezareta tenduristiyê daye Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (DSO) 2 hezar û 500 e. Ev hejmar jî hejmara meha boriye. Ya vê mehê hîna ne diyar e. Dibêjin ji sorikan mirin tune ye lê di belgeyan de ji ber sorikan belgeya mirinê de îbareyek ‘ji sorikan miriye’ tune ye ji xwe. Piştî sorikan komplîkasyon heye, wek zaturê. Sedema mirinê zature ye lê sorik sedema vê ye. Bi gelek kesî re rîska sorikan heye.”Nexweşiyên wisa heman zêde dibin. Ji ber vê me bernameyek bi rêgez jî nedîtiye. Bi taybet ligel sorikan bûyerên harbûnê jî zêde bûne. Ji ber harbûnê mirin jî destpê kirine. Ji bilî vê gurîbûn û spî jî zêde bûne. Ez ji bo polîtîkayeke xwe dispêre zanistê bang dikim.”