'Li qada tendirustiyê qedexeya ziman bêhtir bandora xwe li jinan dike'

  • 09:02 4 Mijdar 2023
  • Tenduristî/Werzîş
 
 
AMED - Hevseroka Odeyên Bijîşkan Elîf Turan û Hevseroka  SES'ê ya berê Yildiz Ok Orak di derbarê pirsgirêkên ziman ên di qada tendiristuyê de axivîn û gotin, "Ji vê qedexeyê herî zêde jin bi bandor dibin, ji ber ku nikarin derê xwe vebêjin bi gelekmperî li gel mêran tên, nexweşiyên jinan ku li wan peyda dibin venabêjin û ev jî dibe sedem ku nexweşî li laşê wan belav bibe." 
 
Zimanê kurdî bi salan e bi gelek qedexe, asîmîlasyon û polîtîkayên tunekirinê yên  dewleta Tirk re rû bi rû dimîne. Ev polîtîkayên li ser zimanê kurdî tên meşandin li Kurdistanê dibin sedemên gelek pirsgirêkan. Ev pirsgirêk di qada tendirustiyê de jî xwe didin nîşandan. Herî dawî  Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca demek berê ragihandibû ku li e-reçeteyê 5 zimanên din hatine zêdekirin. Zimanên inglîzî, almanî, erebî, fransî û rûsî li pergalê hatibûn  zêdekirin û kurdî nehatibû zêdekirin.  Li hemberî vê helwesta wezîr bertek û nerazîbûnên gelê Kurd û xebatkarên tendirûstiyê zêde bûn.  Herwiha Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) jî di 05'ê çileyê de di çarçoveya lêkolîna qadê de bi 347 jinan re  anketek pêk anî.   Li gorî daneyên anketê derket holê ku ji sedî 58'ê van jinan ji ber ku xwe nikarin  îfade bikin naçin navêndên tendirûstiyê û ji sedî 77'ê jinan jî ji ber ku zimanê xwe nizanin nikarin biçin kontirola testa penceşêrê. 
 
Hevseroka Odeyên Bijîşkan Elîf Turan û Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) a berê Yildiz Ok Orak  mijar nirxandin.
 
Pirsgirêka ziman tedawiyê asteng dike
 
Elîf Tûran di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku di têkiliya nexweş û bijîşkan de ziman amûreke herî girîng e. Elîfê diyar kir ku ji bo tedewiya nexweşan pêwîste ku derdê wan baş bê fêmkirin. Elîf daxuyand ku dema derdê nexweşan neyê zanîn tedawî jî pêk nayê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ku em nexweşan tedawî bikin divê bizanibin nexweşiya wan çi ye û teşhîseke baş bê kirin. Ji bo teşhîsê jî ger tu semptomên nexweşên xwe bizanibî tu dikarî tedawî bikî. Gava ku tu semptoma nizanibî, anamnezê(çîroka nexweşan) nizanibî tu nikarî teşhîsekê jî bikî. Ev tev kêm dimînin. Ji bo anamnezê jî divê tu bi wê/wî kesî re biaxivî, dema ku tu bi heman zimanî bi nexweş re neaxivî, tu nikarî anamneza wan jî bigrî. Ji ber vê yekê jî ziman ji bo têkiliya nexweş û bijîşk girîng e.”
 
‘Nexweşiyên kronîk ji ber kêmasiya ziman zêdetir dibin’
 
Elîfê di berdewamiya axaftina xwe de da nîşandan ku pirsgirêka ziman di nexweşiyên kronik de jî xwe dide nîşandan. Elîfê da zanîn ku dema  nexweşiyên kronîk zû neyên teşhîskirin, belavî laş dibin û wiha axivî: “Em dinêrin nexweşên ku nexweşiyên wan yên kronîk hene pirî dayîkên ku nikarin zimanê fermî (Tirkî)  biaxivin. Heger kesek bi wan re tunebe naxwazin herin nexweşxaneyê jî. Ji ber ku dibêje ez nikarim derdê xwe bibêjim, kes jî min fêm nake, ez ê herim çi bikim. Ji ber vê yekê jî nexweşiyên kronîk li laşê wan belav dibin. Wek mînak di pençeşêr de teşhîs çiqasî zûtir bê dayîn û tedawî jî ewqasî zû dest pê bike, nexweşî belav nabe. Lê belê gava ku nexweş neçe nexweşxaneyê  wê nexweşî  zêdetir belav bibe. Em di vê mînakê de jî dibînin ku girîngiya ziman çawa divê li ber çav bê girtin."
 
‘Di rewşên awarte de girîngiya ziman bêtir derdikeve holê’
 
Elîfê da xuyakirin ku çareseriya tercumaniyê ya ku ji bo çareseriya ziman dîtine mahremiyeta di navbera nexweş û bijîşk de ji holê de radike. Elîf da zanîn ku carna nexweş nikare ligel kesekî din derde xwe baş îfade bike. Semptomin hene, nexeş fedî dike û nikar bîne ziman. Dîsa tu nikarî teşhîsekê bikî. Gava ku derfet tune be werger baş e lê belê ne çareseriyek e. Dema ku werger jî tê kirin hin wate winda dibin. Her wiha di rewşên lezgînî de carna dibe werger jî tune ye. Heta ku tu li werger bigerî dem winda dikî, ji ber ku her deqe, saniye girîng e. Bi gelemperî jî di servisên lêzgîn de ev girîngî dertê holê. Dem erdhêja Xarpêtê de jî bûyera ku jinek di bin xirbê de mabû, xebatkareke tendirustiyê pê re bi zimanê zikmakî axivîbû û wê ji bin xirbê  derxistibûn. Ger ku di wê rewşê de tendirustvan û ya di bin xirabe de ji hev fam nekirina dibû ku jiyana xwe ji dest bida. Di vê erdhêja herî dawî de jî em bi dildarî çûn  qada erdhêjê. Rewşeke awarte bû. Em diçûn li gund û qadan, me xizmeta tendirustiyê dida. Jinek hat, ji keçika xwe re bi kurmancî behsa derdê xwe kir û got tu werger bike, bila fêm bikin. Min teşhîsa wê danî û derman jê re dinivisî ji ber ku min bi zimanê wê zanibû lê hê keça wê difikirî ku werger bike. Di rewşa awarte de girîngî bêtir dertê holê.”
 
‘Divê li gor zimanê li herêmê perwere bê dayîn’
 
Elîfê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo çareseriyê hewceye ku perwerdehiya zimanê zikmakî bê kirin û wiha dawî li gotinên xwe anî:”Di fakulteyên Tipê de divê perwerde bi Kurdî bê dayîn û wiha dawî li gotinên xwe anî: “An jî kesên ku zimanê herêmê dizanin bên tayîn kirin.”
 
‘Bêderfetî dibe sedema nexweşiyan’
 
Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) a berê Yildiz Ok Orak jî di axaftina xwe de diyar kir ku di qada tendirustiyê de xizmeta kurdî qet tune ye. Yildizê bilêv kir ku derfetên ku di warê kurdî de nayên dayîn dibin sedema zêdebûna nexweşiyan û wiha dom kir: “Em 3,4 meh berê çûn gundekî, ji bo hişyariya pençeşêrê perwerdeya tendirustiyê bidin û bipeyivin. Jinan digotin dema ku em biçin nexweşxaneyê hewceye ku mêrek bi me re bê. Em bi mêrekî re dikevin odeya bijîşkan û em nikarin derdê xwe jî bêjin. Her wiha jinek bi  pênçeşêra malzaroyê ketibû ji ber ku nikaribû derdê xwe ji bijîşkan re bêje,  nexweşiya wê pir pêşketi bû. Dema ku mirov derdê xwe  bi zimanê xwe nebêje, nexweşî jî zêde dibin. Herwiha divê mirov niha ji bo muayeneyê ser înternetê randevû bistîne û tenê zimanê tirkî heye. Niha çend zimanên din li pergala tendirustiyê zêde kirine lê  kurdî tune ye. Dema kurdî tune be, yên ku tirkî nizanibin nikrain randevûyê jî bistînin. Dema ku nikaribin randevu jî bistînin nikarin biçin nexweşxaneyan.”
 
‘Zimanê me tedawiya me ye’
 
Yildizê bilêvkir ku di nexweşxaneyên taybet de zimanê inglîzî, elmanî, erebî û gelek zimanan hene ji ber ku ziman bûye cihê qezenckirina pere yê. Yildizê bilêvkir ku turîstên ku li derveyî welat tên porên xwe, pozên xwe çê dikin, destnîşan kir ku ew ziman ji pergala kapîtalîzmê re xizmetê dikin loma hatine zêdekirin. Yildiz wiha dawî li gotinên xwe anî: “ Derdê wan ne zimanê kurdî yeç. Ew dibêjin bila pere bê. Dibêjin pere ji ku aliyê tê, em xizmeta wê bikin. Ew durûtî wisa xwe dide der. Em dibêjin zimanê me rûmeta me ye, zimanê me tedawiya me ye jî. Divê ji bo başbûna me xizmeta zimanê me bê kirin. Divê ji bo her zimanî derfet bên avakirin.”