
Dayikên Şemiyê vê hefteyê eqûbeta Omer Olker pirsîn
- 13:38 12 Nîsan 2025
- Rojane
STENBOL - Dayikên / Mirovên Şemiyê di çalakiya xwe ya hezar û 46’an de xwestin ku faîlên Omer Olker bên darizandin.
Dayikên / Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û ji bo darizandina faîlan, li Qada Galatasarayê hatin ba hev û çalakiya xwe ya hezar û 46’an lidar xistin.
Dayikên Şemiyê qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin, hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê eqûbeta Omer Olker pirsîn û xwestin ku faîlên wî bên darizandin. Omer Olker ê bavê 2 zarokan, di 15’ê Nîsana 1994’an de ji bo girtina malzemeyê çû dikana berberê, piştre winda bû û piştre jî cenazeyê wî hate dîtin.
Di çalakiyê de ji Komîsyona Li Dijî Windayên Di Bin Çavan De ya Komeleya Mafên Mirovan Sebla Arcan metna çapemeniyê xwend û çîroka windakirina Omer Olker vegot.
Çalakvanan qurnefîl danîn Qada Galasarayê û piştre çalakî bi dawî bû.