
Li Silêmaniyê pêşangeha wêneyên zarokan
- 13:53 8 Nîsan 2025
- Zarok
NAVENDA NÛÇEYAN - Baxçeyê Zarokan li Silêmaniyê pêşangehek wêneyên zarokan vekir, di pêşangehê de 50 tablo hatin nîşandan.
Li Silêmaniyê Baxçeyê Zarokan bi hevkariya Beşa Şêwekarî ya Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Silêmaniyê, pêşangehek wêneyan ya 3 zarokên Baxçeyê Zarokan vekir.
Derbarê pêşangehê de mamosta Şiwên Ferman got; “Me bi giştî ji 64 zarokan, 3 zarokên ku wêneyên baş çêdikin, hilbijart. Armanca me girîngîdayîna berhemên zarokan e, di pêşangehê de 50 tablo hatine nîşandan.”
Zaroka bi navê Zehra Nurî ku di pêşangehê de wêneyên xwe daye nîşandan, ji ajansa ROJNEWS'ê re axivî û got; “Ez ji pişîkan hez dikim û min wêneyê wan çêkiriye, bi taybet jî divî karî de dayîka min gelek alîkarî daye min.”