
Cenazeya jina ciwan piştî 6 rojan hate dîtin
- 20:53 8 Nîsan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jina ciwan ku li devera navçeya Xebat di Zêyê Mezin de xeniqî, cenazeyê wê piştî şeş rojan hat dîtin.
Jina binavê Reyan Osman (20) ku nîşteciha navçeya Xebat ya Hewlêrê ye, êvara 2’yê Nîsanê ketibû ava Zêyê Mezin û xeniqî bû.
Rêveberiya Parastina Sivîl ya Hewlêrê ragihand ku piştî lêgerîna şeş rojan ya tîmên wan, cenazeyê jina ciwan ji aliyê tîmên wan ve hatiye dîtin.