Komxebata Egitîm Senê li Amedê dest pê kir

  • 13:18 12 Nîsan 2025
  • Rojane
AMED - Komxebata ku Şaxên Egîtîm Senê yên Amedê li Çand Amedê li dar dixe û dê du rojan berdewam bike, vê sibehê dest pê kir. Nûnerên Egîtîm Senê diyar kirin ku bi vê xebatê ew ê bala hemû aliyên civakê bikşînin ser perwerdeya zimanê dayikê.
 
Şaxên Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen) yên Amedê bi serenavê “Di perwerdehiya bi zimanê zikmakî de ber bi çareseriyê ve: Derfetên Heyî, Astengî, Pêşniyazî” li Çand Amedê (Navenda Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin) ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê komxebatek ku dê durojan bidome vê sibehê da destpêkirin. Zimanzan, akademisyen, rewşenbîr di nav de gelek nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî tevli komxebatê bûn. Li ser navê Egîtîm Senê Farûk Ercan metna nivîskî xwend.
 
‘Em dixwazin rewşa perwerdehiyê şênber bikin’
 
Farûk Ercan, diyar kir ku sendîkaya wan bi salan e ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê têdikoşe û wiha got: “Em wek mamosteyên vî welatî her roj perwerdeyê bê zimanê dayikê çi tîne serê zarokan dibînin. Bi vê neheqiyê re rû bi rû ne, hîs dikin û dijîn. Helbet em tenê bi hestan tev nagerin. Hem pedegojîk hem polîtîk nêzî vê meseleyê dibin. Bi vê hîşmendiyê em naxwazin tenê bilêvkirina xwesteka perwerdeyê bi ziwanê dayikê bisekinin. Bi vê komxebatê armanca me ev e ku ji gelek aliyan ve perwerdeya bi zimanê dayikê li gor rewşa îroyîn şênber bikin.”
 
‘Em dixwazin zimanê dayikê ji gelek aliyan ve binirxînin’
 
Farûk Ercan têkildarî komxebatê ev agahî dan: “Me havînê, beriya pêvajoya hevdîtinan biryara vê komxebatê dabû. Piştî meha cotmehê her çi qas biguman be jî hêvîyek li civakê ava bûye. Ev hêvî ji bo nîqaşên çareseriya pirsgireka perwerdeya bi zimanê dayikê re jî derfetin ava kirine. Di vê demê de em dixwazin bi kurahî û azadane van meseleyan bipeyivin. Em bawer in xebatên bi vî rengî rêya aştiyê hêsantir bikin û lihevhatina ev qas sazî û kesan ji bo avakirina civakeke demokratîk bibe gavek.
 
Komxebatê piştre bi axaftina parêzer Muslum Dalar, endamê OHD'ê parêzer Serhat Hezer û Hevberdevka Komîsyona Çand, Ziman û Hunerê ya DEM Partiyê parêzer Cemîle Tûrhalli berdewam kir.