
Jinên bakurî avakirina Platforma Yekîtiya Jinên Kurd pîroz kirin
- 14:54 15 Nîsan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakurê Kurdistanê, damezrandina Platforma Yekîtiya Jinên Kurd pîroz kir got: "Platform bi mejiyê kolektîf û îradeya birêxistinkirî ya jinên ku li çar parçeyên Kurdistanê di eniyên cuda de li ber xwe didin û têdikoşin hatiye avakirin, ji bo gelê me û xeta azadiya jinê gaveke dîrokî ye.
Di 7'ê Nîsana 2025'an de nûnerên 24 rêxistinên jinan û partiyên siyasî yên ji çar parçeyên Kurdistanê di bin banê "Civîna Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd" de hatin cem hev û ji bo têkoşîna hevpar û azadiyê, li bajarê Silêmaniyê Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ava kirin.
Derbarê mijarê de Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî piştevaniya platformê kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Jinên kurd ku hêza herî dînamîk û veguherîner a têkoşîna azadiya jinê ne, careke din peywîra xwe ya pêşengtiya dîrokî bi cih tînin û di pêşengtiya jinê de ji bo avakirina yekîtiya neteweyî gaveke girîng avêtin. Platforma Yekitiya Jinên Kurd a ku bi mejiyê kolektîf û îradeya birêxistinkirî ya jinên ku li çar parçeyên Kurdistanê di eniyên cuda de li ber xwe didin û têdikoşin hatiye avakirin, ji bo gelê me û xeta azadiya jinê gaveke dîrokî ye.
Em avakirina Platforma Yekîtiya Jinên Kurd bi coş û kelecanî silav dikin!
Ev yekîtî ne tenê gaveke siyasî ye; di heman demê de soza ku ji bo avakirina bîreke kolektîf a jinan, berxwedaneke kolektîf û siberojeke kolektîf hatiye dayîn e jî. Li erdnîgariya ku mejiyê mêr-dewlet sînoran xêz dike, Jin li ser xeta azadiya jinê nexşeriya jiyaneke azad û wekhev, yekîtiya netewî û çareseriya demokratîk diyar dikin.
Yekîtiya Jinan yekîtiya gelan e. Hêza birêxistinkirî ya jinê sîgortaya azadiya gelan e.
Platforma Yekitiya Jinên Kurd; Pirek di navbera dilê jinên kurd ên li çar parçeyên Kurdistan û çar aliyê cîhanê dijîn de ava kir.
Avakirina vê Platformê bersiva parçebûyînê ye.
Bersiva kesên ku li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê di jiyaneke azad de israr dikin e.
Avakirina vê Platformê banga jiyana azad a ku di pêşengtiya şoreşa Jinê de pêşketiye ye.
Avakirina vê platform banga yekîtiya Netewî ye.
Em wek Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakurê Kurdistanê damezrandina Platformê pîroz dikin û diyar dikin kû bi hemû hêza xwe bi vê pêngava dîrokî re ne. Em serbilind in ku perçeyekî tekoşîna azadiya Jinê ne.
Her gaveke ku dê di vê riyê de bê avetin, dê bibe serkeftina îradeya yekbûyî ya jinê.
Bijî yekîtiya jinên kurd!
Jin, Jiyan, Azadî!"