Şêniyên Elbakê birînên xwe yên erdhejê bi xwe dipêçin

  • 10:18 22 Kanûn 2020
  • Jiyan
Dîlan Babat
 
WAN - Li gel ku di ser erdheja li Elabkê re 10 meh derbas bûn jî sozên ku hatin dayîn nehatin cih. Şêniyên ku li gel hewaya sar di konteyniran de dimînin, diyar kirin ku ji tu saziyên dewletê ji bo wan alîkarî nehatiye û gotin ku wan bi derfetên xwe hem pêdiviyên xwe bi cih anîne. 
 
Li bajarê Xoyê di 23'yê Sibatê de erdhejek bi hêza 5.9 pê hatibû, vê erdhejê bandora xwe li Elbaka Wanê jî kiriû. Li gel ku di ser erdhejê re deh meh derbas bûn jî sozên ku ji bo taxên Elbîs, Elezî, Qiratî, Qaşkol, Xanik û Gulikê ku ji erdhejê bi nandor bûn hatin dayîn nehatin bicihanîn. Di encama erdheja ku pêk hat de 11 kesî jiyana xwe ji dest dabû û gelek ajal jî di bin kavilna de man.
 
Bi hatina zivistanê re jiyana şêniyên li qadên ku erdhej li wan pêk hat jî bêhtir zahmet bû. Welatiyên ku li bajarên konteyniran dimînin, ji ber ku ceryan qut dibe zahmetiyan dikişînin.  Jinên li konteyniran dimînin di bin konan de tenûran çêdikin û nan dipêjin. Ji ber pirsgirêkên ku piştî erdhejê rûdan  gek malbata koçî navçeyên derdorê û bajarên din kirin. Jinên ku 10 mehên xwe yên piştî erdhejê vegotin, diyar kirin ku wan ji tu saziyan alîkarî negirtine. 
 
'Em carna bi rojan bê nan dimînin'
 
Şîlan Başkurt a ku li taxa Elezî dimîne, diyar kir ku ew di bajarên konteyniran de dimînin, ji ber ku ceryan zêde tê qutkirin li qulubeya ku bi derfetên xwe ava kirin li ber sobaeya komirê xwe germ dikin. Şîlanê got ku piştî erdhejê ji wan re u alîkarî nehatiye kirin û wiha berdewam kir,"Ji ber ku min nikaribû di vê konteynira biçûk de li xesû û xezûrê xwe bibinêrta me ew şandin cem xizmên xwe.  Li vêderê çile zahmet derbas dibe û em hewl didin bi sobeya ceryanê xwe germ bikin. Komir hat lê ji ber ku em nikarin li konteyniran sobê daynin me li qulubeyên ku me bi xwe ava kirine sobe danîne û dema ku ceryan tê qutkirin em li ber wan xwe germ dikin.  Ji ber ku cihekî em biçinê tune ye em mecbûr in li vir bimînin.  Hemû alavên me bi erdhejê re têk çûn.  Çend ajalên me hebûn lê ji ber ku kar tune ye em wan difiroşin û pê debara xwe dikin. Em her roj deyn dikin û bi rojan bê nan dimînin. Ji ber ku tenûra min tune ye ez nikarin nan bipêjim û li benda wesayita nan dimînin.Carna em şorbeya bê nan ji xwe re dikin şîv."
 
'Herkesî pişta xwe da me'
 
Asli Gokyuz a ji taxa Elezî jî ku bi 4 zarokên xwe re di konteyniran de dimîne jî diyar kir ku rayedaran sozê ku ji wan re xaniyan çêkirin dane lê ev 10 meh in qet nehatine taxa wan.  Asliyê diyar kir ku herkesî pişta xwe daye wna û wiha berdewam kir, "Deh meh di ser erdhejê re derbas bûn û kesekî tu tişt nekir. Me bi derfetên xwe ji xwe re kulube çêkir, lê çar zarokên min ên biçûk hene .Ez ê li vî cihê biçûk çawa zarokên xwe xwedî bikim nizanim .AFAD hat li taxê geriya got ez xanî çêbikim lê tu tişt gnekir .Em jî li bendê ne û tu şensekî me yê din tune ye. 30 ajalên min mirin, yên mayî jî ji ber ku axur tune bû hinek ji wan ji sermana mirin û hinek jî mane ku em bi wan debara xwe bikin .Fatureyên ceryanê tên her meh li dora 100, 250 TL tên.  Me heta niha tu deynê xwe yê ceryanê nedaye. Me got em bar bikin cihekî din ew jî ji ber ku terfet nemû em man."
 
'Dewlet alîkariya kurdan nake'
 
Li taxa Kiratî ku yek ji taxên erdhej lê pêk hat jî Remziye Işik Wiha got, "Dewlet naxwaze alîkariya kurdan bike. Ew maye salek di ser erdhejê re derbas be lê me tu alîkarî nedît. Dema ku ceryan diçe em hemû li derve dimînin. Mala tenûrê tune ye me ji xwe re li cihekî kon vedaye û em li wê nan dipêjin.  Dema ku em nan dipêşin piştî wê em nexweş dikevin. Kanî dewlet kanî alîkarî.  Ji bo xwe alîkariyê dikin lê ji bo me nakin. Heta niha tu kesekî pirsa me nekiriye."
 
'Zahmetiyên ku em dikişînin nabînin'
 
Meryem Işik jî got ku ew bi derfetên xwe dixwaze  hin tiştan bike û wiha berdewam kir, "Piştî alîkariya di dema erdhejê de tu alîkarî nehat.  Îro jî tu piştgirî nehatiye dayîn.  Di warê malî de tu alîkarî nekirin. Komir dan me lê komir jî di malên konteyniran de nayê pêxistin û bi kêrî me nayê .Ard biha ye. Kar tune ye û alavên me naxebitin. Ji ber ku em ji navenda bajêr jî dûr in tu kes me nabîne û zahmetiyên ku em dikişînin nabînin."